Polîtîk

Ashton: şerefekî mezine serdana kurdistanê dikim

Êvariya îro dûşem 17.06.2013 Cathrine Ashton Berpirsa Karubarê Derveyê Yekîtiya Ewrûpa li gel şandekî serdana Herêma Kurdistanê kir û li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê û hejmarek berpirsên siyasî û îdariyên Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin. Paşê li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêra paytext civiya.

Li vê civînê de ku Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îmad Ehmed Cîgirê Serokê Hikûmet û hejmarek berpirsên îdarî û siyasiyê Herêma Kurdistanê amade bûn. Di destpêkê de Berpirsa Karubarê Derveyê Yekîtiya Ewrûpa xweşhaliya xwe li serdana Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî nîşan da û destxweşiyê jî li wê pêşketin û geşkirinê kir ku li Herêma Kurdistanê da pêkhatiye û balkişand li ser wê yekê ku ew destkeftên Herêma Kurdistanê bi dest aniye piştî nehametî û kolnedaneke zêde pêkhatiye û mafê xelkê Kurdistanê heye dest pêve bigrin û parêzgeriyê lê bikin û berev paşve venegere.

Li beşekî dinê axaftina xwe de Cathrine Ashton pêşwaziyê li serdana Serok Wezîrê Iraqa Federal ya Herêma Kurdistanê kir û daxwaz kir serdan û diyalog û hevdû nêzîkbûnê ve çareserkirina kêşeyên di navbera Herêm û Bexdayê berdewam bibê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Berpirsa Karubarê Derveyê Ewrûpa û şanda pê re, vê serdanê bi girîng zanî û di derbarê kêşeyên Herêm û Bexda ve bi kurtî li dîroka pêwendiya di navbera Herêm û Kurdistanê ya li piştî raperînê heta dema niha ji bo şanda mîhvan behs kir û li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî got: “Gelê Kurdistanê hez li demokrasî û pêşketin û pêkvejiyanê dike û ew aramiya Kurdistanê li encama aştîxwazî û xweparêziya gelê Kurdistanê ya ji tolhildan û tundutîjiyê bûye. Ew kêşeyên ku niha li Iraqê da serî hildaye li encama pabend nebûna bi bingehên hevkarî û pêkvejiyanê bûye”.

Uze(Enerjî) û siyaseta nefta Herêmê beşekî dinê guftûgoyên vê kombûnê bûn û her li vê hevdîtinê de birêz Nêçîrvan Barzanî rehendê giştiyên siyaseta uzeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo şanda mîhvan şîrove kir û hêmayê bi wê yekê da ku siyaseta nefta Herêmê tu awayekî nakokiyekî li gel destûra Iraqê nebûye û baweriya me wiha ye dahat û derameta neft mulkê hemû pêkhatên Iraqe. Li beranber de Cathrine Ashton behsa hengavên Herêma Kurdistanê kir ku pişt bi rêçik û bingehên yasayî û destûrî ve xwe dibestin.

Jenosayda gelê Kurd û pêvajoya siyasiya navçeyê û qeyrana Sûriye û kêşeya penaberên Sûriye çend mijareke dinê civînê bûn û têda Serok Barzanî bi Berpirsa Karubarê Derveyê Ewrûpayê re ragihand ku civaka navdewletî li asta yarmetîdana koçberên Sûriye li Herêma Kurdistanê de kêmterxemî nîşandaye û daxwaz kir ku li kanala xwe ve zext ji bo welatan û civaka navdewletî bikin bo ku girîngiyeke zêdetir bi yarmetîdana koçberên Sûriye li Herêma Kurdistanê bidin û Her wiha Serok Barzanî daxwaz jî li  Cathrine Ashton kir ku hemû hewlên xwe bixe holê bo ku li ser asta navdewletî enfal û kîmyabaran û nehametiyên gelê Kurdistanê bi jenosayd bête nasîn.

Li bersîva wan daxwazên Serok Barzanî da Berpirsa Karubara Derveyê Yekîtiya Ewrûpa soz da ku daxwaza nasandina jenosayda gelê Kurd bi cihên mebest bigihîne û her wiha spasiya Herêma Kurdistanê jî kir ji bo hewandina wê hejmara mezina penaberên Sûriye û ragihand Yekîtiya Ewrûpa li pey warek da digerê bo ku bi ciddî yarmetiya wan penaberên Sûriyan bide ku li Herêma Kurdistanê da nîştecîh bûne.

Piştî civînê jî Cathrine Ashton li daxuyaniyek de peyamekî pêşkêşî xelkê Herêma Kurdistanê kir û got: “Şerefekî mezine ji bo min ku îro li virim li Hewlêr. Me civîneke baş û li gel Serokê Herêm û Serok Wezîrê Herêmê hebû, derfeta me hebû behsa pêvajoya Iraqê bikîn, behsa girîngiya berev pêşveçûna vî welatê mezin bikîn. Her wiha behsa navçeyê bikîn, bi taybetî jî li ser meseleya Sûriye. Dixwazim gelek spasiya Serokê Herêm û Serok Wezîrê Herêmê bikim ji bo pêşwazîkirina wan û gelek bi peroş ve li benda wê yekê me ku dûbare serdana vir bikim. Dixwazim eve jî bi hemû xelkê vê Herêmê re bibêjim ku şerefekî gelek mezin bûye ji bo min ku hinek dem li vir derbas bikim”.

Paşê Berpirsa Karubarê Derve dawiyê bi serdana xwe ya Herêma Kurdistanê anî û li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate birêkirin.

 

 

 

 

 

 

Back to top button