Asayîbûna Tirkiye-Sûriyê û hevsengiyên Rojhilata Navîn
Deniz Bustani
Ji destpêka kirîza Sûriyê ya di sala 2011ê de, yekem car di 27ê Hezîrana 2024an de, Serokê Sûriyê Beşar Esed bi daxuyaniya xwe peyamek weha zelal û erênî ji Tirkiyê re şand: “Em ji danûstandinan re vekirî ne, eger Tirkiyê desttêwerdana nav karûbarên Sûriyê neke”. Piştî vê daxuyaniyê Serokkomar Erdogan li pey hev du daxuyanî dan ku yek ji wan jî ji bo Amerîkayê bû û amadebûna xwe ya ji bo pêşxistina têkiliyên bi awayekî ku rêz li yekparçeyiya axa Sûriyeyê û serweriya Şamê bigire da xuyakirin. Bê şik bandora serdana Şamê ya Nûnerê Taybet ê Rûsyayê Lavrantiev ya di dawiya Hezîrana 2024an de, bandorek mezin li ser van peyaman kir. Ji ber Rûsya rê dibîne ku bi berdewamî ewlekariya baregehên ku li Sûriyê di dema şer de bidest xistiye di aştiya Tirkiye-Sûriyê de misoger bike. Dema ku Rûsya di vê mijarê de li pey berjewendiyên xwe ye, hewl dide ku di navbera daxwazên Sûriye û Tirkiyê de lihevkirinekê peyda bike.
Di sala 2015an de dema ku Tirkiyê piştgirî da muxalefetê, Rûsyayê pêşniyaza avakirina federasyonê li Sûriyê ji rêveberiya Şamê re kir. Rêvebiriya Sûriyê ev pêşniyaz red kir, tevî ku di wê demê de neçar bûn ku ji Rûsyayê alîkariyê werbigirin. Armanca Rûsan ew bû ku hemû aliyan razî bikin û bi vî awayî îstîqrara siyasî misoger bikin, di federasyonê de bi tevlêkirina komên muxalîf ên ku wê demê di bin kontrola Tirkiyê de bûn. Nepejirandina vê teklîfê ji aliyê rêveberiya Şamê ve û pişt re jî hesasiyeta Tirkiyê ya li hember rêxistina terorê PYD/PKK, hişt ku Rûsya di federasyonê de israr neke. Ji sala 2016an ve, ku rêveberiya Şamê di qadê de dest bi pêşketinan kir, bi taybetî bi welatên Ereb re têkiliyên dîplomatîk xurttir kir. Ji ber ku wê demê bi Rojava re danîna têkiliyên dîplomatîk ne mumkun xuya dikir. Hewldanên rêveberiya Şamê yên ji bo pêşxistina têkiliyên dîplomatîk ên bi welatên Ereb re, di sala 2019an de Îmaratê balyozxaneya xwe li Şamê vekir. Paşê, hewlên Îmarat û Cezayîrê ji bo Şamê di Gulana 2023an de bi erênî encam dan û Sûriye li pêş Serok Beşar Esed di Lûtkeya Komkara Erebî de, ku di 19ê Gulana 2023an de li Riyadê hat lidarxistin, hat temsîlkirin. Piştî vê pêvajoyê Erebistana Siûdî balyozxaneya xwe ya li Şamê ji nû ve vekir.
Em dikarin bibêjin ku pêşxistina van têkiliyên di navbera Komara Erebî ya Sûriyê û welatên din de ne li gel rêveberiya Şamê ya Sûriyê ye. Ji ber ku bi taybetî Erebîstana Siûdî, Îmarat û Misir ji ber têkiliyên xwe yên bi Rojava re, ji aliyekî ve têkiliyên xwe yên bi rêveberiya Şamê re baş kirin, ji aliyê din ve jî bi rêxistina terorê PYD/PKK ya ku ji rojavayiyan destekê distîne, têkiliyên xwe baş kirin. Erebîstana Siûdî û Îmaratê piştgirî dan rêxistina terorê û di sala 2021an da heyetek şandin bakurê Sûriyê û bi yek ji serçeteyan Ferhat Şahîn ê bi navê kod Mazlûm Ebdî re hevdîtinên gel kirin. Tevî ku rêveberiya Şamê ji ber van çalakiyan bêzar bû jî, ji ber ku di demaê de ku pêwîstiya xurtkirina dîplomatîk hebû, çavên xwe ji van çalakiyan re girtin. Hebûna PYD/PKK ya li bakurê Sûriyê, ku wek birînek hevpar a di navbera Şam û Enqereyê de tê dîtin, ji ber tunebûna hemahengî û bêbaweriya di navbera Şam û Enqereyê de, PYD/PKK Qamişlo, Hesekê dagir kir ku çavkaniyên herî girîng ên Sûriyê lê hene. Ambargoyên bazirganî yên navnetewî yên li dijî rêveberiya Şamê, hişt ku Şam bi PYD/PKK re têkiliyên bazirganiyê bike. Yanî di vê qonaxê de projeya “Federasyona Sûriyê” ku projeya Amerîkayê bû, di her warî de bi haweyê ku Amerîka dixwest pêş ket.
Bi dîtina vê yekê Misir û Erebîstana Siûdî jî bi awayekî ku ev proje bi ser bikeve tevgeriyan. Misir û Erebîstana Siûdî dema ku têkiliyên xwe yên bi Şamê re baş kirin, ji lawaziya Şamê ya ku pêdiviya wan bi têkiliyên dîplomatîk heye jî sûd wergirtin û piştgiriya aborî dan PYD/PKK û li welatên xwe mazûrvaniya nûnerên rêxistina terorê kirin. Ev çalakî îro bi hevkariya Tirkiye û Sûriyê dikarin bên çareserkirin. Ji bo bidestxistina vê hevkariyê, encam û bersivên pirsên jêrîn wê rola xwe bilîzin: Erebîstana Siûdî ya ku di Civîna Bilind a Ereban de bi Sûriyê re bû û PYD/PKK di qada Sûriyê de wek aliyekî dibîne, gelo wê ji Îmarat û Misirê bixwaze ku dest ji van xebatan berde? Di vê mijarê de li dijî çalakiyên van welatan wê bi Tirkiyê re hevkariyek zelal bê kirin?
Eger rêxistina terorê PYD/PKK li bakurê Sûriyê çekên xwe deyne jî, Şam wê heta kengî li hember gavên “Federasyona Sûriyê” yên welatên Ereb û DYA yê bisekine? Bersiva vê pirsê rasterast bi pirsgirêkên aborî yên Sûriyê ve girêdayî ye. Gelo di vê mijarê de Tirkiye wê bi Sûriyê re têkiliyekê çêbike ku bikaribe yekparebûna Sûriyê misoger bike û piştgiriya aborî jî bike? Tevî ku Komara Îslamî ya Îranê di qada Sûriyê de yek ji aliyên herî bi bandor e di, li dijî nêzîkbûna Tirkiyê-Sûriyê daxuyaniyek nedaye, lê dibe ku li qada Sûriyê, li gor berê, bi vê nêzîkbûnê bi kêmanî hêza xwe ji dest bide. Di vê pêvajoyê de, Îranê nerehetiya xwe di vê mijarê de nîşan da û ji rêveberiya Şamê re li ser alîkariyên Îranê yên di heyama şer de rawestiya ji rêveberiya Şamê xwest ku planek ji bo vegerandina deynê xwe yê nêzî 60 milyar dolarî pêşkêşî Îranê bike. Rastiya ku Îran niha vê yekê dike, belgeya herî girîng e ku ew li ser hin mijaran nîgeran e. Pêwîst e Tirkiye û Sûriye di vê mijarê de hevsengiyên Îranê li ber çavan bigirin.
Hevsengiya di navbera Îsraîl û DYA yê de dikare li mijarên ku me li jor behs kir zêde bike, lê min li jor navê wê negot, ji ber ku DYA tevgerên PYD/PKK, Erebîstana Siûdî û Îmaratê organîze kir. Helbet di çarçoveya normalîzekirina Sûriye-Tirkiyê de gelek angaşt (îdîa) derdikevin holê. Ji van ya herî girîng angaşta siyasetmedara Lubnanî Wiam Wehhab bû. Wehab diyar kir ku Amerîka peyamek ji Beşar Esed re gihandiye û eger Sûriyê dest ji bilindahiyên Golanê berde, wê artêşa Tirkiyê ji bakurê rojavayê Sûriyê û hêzên Amerîkayê jî wê ji bakurê rojhilatê Sûriyê vekişin û kontrol wê derbasî Sûriyê bibe. Di van hemû hevsengiyan de her çend ji aliyê hemû aliyan ve neyê fêmkirin ku çareseriya krîzên li herêmê bi asayîbûna Tirkiye-Sûriyê mimkun e, lê asta ku di vê asayîbûnê de zirarên 13 salên borî bên sererastkirin hê jî wek nîşana pirsê ye.
Intependent