Artêşa Turan
Hate ragîhandin ku Cîhana Tirkî, artişeke hevbeş avakiriye. Bingeha vê artişa hevbeş ku hatiye avakirin, li Enqereya paytext di 2011 an de hatiye avêtin û navê wê jî Hêza Leşkerî ya Avrasyayê ye.
Piştî ku hate ragîhandin ku Cihana Tirkî êdî bûye xwediyê Artişeke Hevbeş a Leşkerî, şahiyeke mezin kete nêv komarên Tirkî yên Asya û Tirkiyeyê.
Vê hêza leşkerî ku di rengê NATO û WARŞOVAya di dema Sovyetê de, civîna xwe ya pêşî li Bakûya paytexta Ezerbêcanê kir. Beşdarên civîna pêşî yên leşkerî ji Tirkiye, Kirgizistan, Ezerbêcan û Mogolistanê bûne. Lê barîgeha sereke li Enqerê ye
Piştî daxuyaniya fermî, amaca yekemîn ev e ku hêzeke xurt a leşkrî ya Cîhana Tirkî hebe.
Tê gotin ku ev hêza leşkerî ya Cihana Tirkî, dibe dijberê Hêza Leşkerî ya Ewrûpa û Deryaya Sipî ku hatiye avakirin.
Hêjaye bêgotin ku Hêza Leşkerîya Cendirme ya Ewrûpa û Deryaya Sipî bi navê FIEPê ji aliyê van welatan ve hatiye avakirin: Frensa, Îtalya, Îspanya, Portekîz, Tirkiye, Hollanda, Fas, Romanya, Urdun, Arjantûn û Şili.
Rojeva Kurd