Artêşa Suriye di mehekî de belav dibe
Generalek yê Artêşa Surî veqetiya. General Mustafa El Şêx di derbarê rewşa Artêşê Suriyê de hinek agahdarî dan û îdia kir ku heta mehekî Artêşa Esad belav dibe.General El Şêx ji Artêşa Suriye cuda bûye û ketiye di nava hêzên artêşa azad a Suriye de.
Di derbarê Rewşa Suriye û hêzên çekdarên rejimê de El Şêx got: Artêşa rejimê heta mehekî belav dibe. Xelk hêdî tevlî artêşê nabin,di mehekî de ji % 65 hêza artêşê kêm bûye.Kêmaisyên Artêşa Suriye rexistina ku raste rast Bişar Esad bi xwe girêdayî El Şabiha tejî dike û herweha niha Alevî bi awayekî arîkariya artêşa Suriye dikin. Lê ev hêza wan jî ji mehekî zêdetir nikare li ser linga bisekinê.
El Şêx da xuyakirin ku,ji berî ez ji Artêşê Suriye veqetim min muhasebeyek wijdanî kir.Li Humusê leşkera tecavuzê bûkek genc kir ev bû sedemek mezin hêdî min nikarî ez bisekinim. Artêş bi hemî awayî xirabiyan li dijê hemwelatiya dike. Eger çareseriyek neyê dîtin dê du heftiyan de herêm hemû bi vî agirî bişewite.