Cîhan

Artêşa Îsraîlê di êrîşeke hewayî de fermandarê Hîzbullahê kuşt

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşa hewayî ya li ser Beyrûta paytexta Lubnanê de yek ji fermandarên Hizbullahê Mihemed Huseyîn Surur jiyana xwe ji dest da.

Artêşa Îsraîlê têkildarî êrîşa hewayî ya danê nîvro ya li ser Beyrûtê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniye da hat diyarkirin ku hezen esmani yen İsraile erişi herema Dahiye ya li Beyrûtê ku Hîzbullah lê bi hêz e, kir.

Hat ragihandin kuarmanca êrîşê Muhammed Huseyîn Surur ê ji fermandarên Hîzbullahê ye û di bombebaranê de fermandarê Hîzbullahê jiyana xwe ji dest daye.

Hat îdiakirin ku Surur fermandarê yekîneya pêgerên bêmirov ên çekdar ên Hîzbullahê bû.

Di daxuyaniyê de dîmenên êrîşa ku li Sûrê hatiye kirin jî hatin parvekirin.

Artêşa Îsraîlê di saetên piştî nîvro de li navçeya Dahiye ya Beyrûtê êrîşa hewayî pêk anî.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand, li gorî zanyariyên destpêkê di êrîşa li Beyrûtê de 2 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê hêj ji Hizbullahê ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Back to top button