Armanca Xeta Netewî
Ji bona ku mirov xeta netewî baş karibe pênase bike, divê pêşî mirov ji xwe bi pirse; xeta netewî xwediyê kijan armanca ye? Heke xeta netewî pênasiya wê parastina mafê Kurdan be, divê hinek dîtin baş werin zelal kirin. Mînak; dîtin û bahwerîyên siyasî ku mafên Kurdan yên dewletbûnê ne parêzin (otonomîyeke etnikî, federasyoneke ku xwediye statuyeke Kurdîye û mafê serxwebûna welat) weke mafekî rewa neparêze, bi bahweriya min nikare weke xeta netewî kategorize bibe.
Ango siyaseteke ku statuyeke ji bona Kurdan neparêze nebe netewî. Bê parastina statuyeke ji bona Kurdan mirov nikare xwe weke netewî pênase bike. Ku mirov wilo bike, şaş e. Em wê çaxê hemû pîvan, pênase û normên zimanî diavêjin ser sergoyan û zimanekî nû lihevdû diedilînin. Zimanêkî ku çelko melko ye û tije gotinên vala ye, bêwate ye.
Di heman wextê de siyaset û fikren ku mafê zimanê Kurdî ( fermîbûna ziman û perwerde bi zimanê Kurdî) neparêze, zimanê Kurdî di kesayetiya xwe de neserifîne, çalakiyên xwe bi zimanê xwe neke, bi sivkayî nêzikî pirsa zimanê Kurdî bibe, zehmete ku mirov wana weke xeta netewî binav bike.
Bêşik heman helwest ji bona nasnama û kultura Kurdî jî derbas dibe.
Dîsa fikir û helwestên ku Kurdistanê weke yek netew pênase nekin, Kurdistanê weke yek welat nenirxîne, hevkariyê bi beşên din yên Kurdistanê re neparêze nebe netewî. Ma yek ji hîmê netewayatî ne hevkarîya navxweyî ye?
Dîsa yên ku pêşdeçûna beşekî li Kurdistanê, bidestxistina mafên Kurdan li vî beşî weke destkeftiyên xwe nebîne çawa dikare xwe weke netewî pênase bike?
Ango gava ku siyaset, rêxistin, komik di helwest, raman, fikir û pratîka xwe de Kurdistanê weke welatê Kurdan nebine (hilbet kêmneteweyên qadîm jî di nav de) nikare li gora pîvanên zanıstî û exlaqî xwe weke netewî pênase bike.
Dîsa gava ku rêxistin, komik, partî xwedî li mirovên ku ked dane doza netewî dernekevin, xwedî li yên ku xizmet ji tevgera Kurdî re kirine dernekeve, xwedî li keda yên ku nirxên Kurdî afirandine dernekeve, xwedî li keda qurbanîyên ji bona doza Kurdan dernekeve, ewê çima weke xeta netewî werin pênase kirin.
Yên ku tenê xwedî li xwe û xebata xwe derdikevin çawa dikarin bibin netewî?
Yên ku tenê jı bona xwe, desthilatdariya xwe û berjewendiyên xwe dixebitin çawa dikarin bibin netewî?
Em dizanin ku xeta netewî xeta dadwerî û wekheviyê ye jî. Mirovên Kurd ji bona ku Kurd in, wekhev in û divê bi nirxên dadweriyê vê helwesta xwe pêşde bibin!
Kurt û Kurmancî xeta netewî divê him netewî be û him jı di nava xwe de demokrat be, kedparêz be, nirxparêz be, wekhev be, zana be û li dijî zilmê û kedxwûriyê jî derkeve.
Ji ber van sedeman di nava xeta netewî de ne tenê divê netewparêz hebin, di nava xeta netewî de divê oldarên Kurd ji hebin, divê liberalên Kurd jı hebin, divê sosyalıstên Kurd jî hebin, divê Feministên Kurd jı hebin, divê ekolojıstên Kurd jî hebin…
Di vê mijarê de pêşî divê ew Kurd bin û dûra sosyalîst bin, dûra oldar bin, dûra feminîst bin, dûra lîberal bin… Xet û pênasiya netewayetiyê vê na ji me dixwaze!
Gava ku em hemû bi hevre têkoşînê ji bona mafên netewî bidin, bi hevre xwedî li nirxê Kurd û Kurdistanê derkevin, wê gavê kes ji me nabe kurê jinbavê. An ji keça jinbavê! Hemû kes û komik li gora jêhatbûna xwe, li gora keda xwe xwediyê xeta netewî ne. Mafê xeta netewî tuneye ku di civaka Kurdan de kes û komikên ku eşkere xeta netewî diparêzin destheramo bike, wana tawanbar bikin, wana tune bihesibîne. Xeta netewî divê xwediyê dilekî berfireh be. Himbêzkar be. Lê tucaran jî rê ne de xaînan, gendelan, xwefiroşan, nokeran, qerpalan, şarlatanan, şelafan, gelacan, canbazan ku bibin kadroyên siyasî, bibin pêşeng û tevgera netewî demoralîze bikin!
Xeta netewî di xebata navxweyî de divê rexnegir be jî. Xeta netewî bêyî fikir û ramanên azad nikare pêşde biçe û xwe nû bike. Di xeta netewî de pêwendiya şêx û miridan tüneye! Pêwendiya axa û xulaman tuneye! Di xeta netewî de demokrasi, jêhatbûn, wekhevî û zanebûn heye!
Ma yên ku bi nirxên Kurdayetiya xwe şanaziyê neke, rê li ber canbaz, şarlatan û qerpalan veke, çawa dikare bibe netewî?
Ma yên ku di nava Kurdan de porê xwe li ber mirekên dagirkeran şeh dikin, dilê xwe dibijîne jıyana koledarên xwe, bixwazin bikevin nava sosyetên dagirkeran, Kurdan lipaşmayî û biçûk dibinin, çawa dikarin qala netewayetiyê bikin?
Eşkereye ku hewcedariya xeta netewî di nava xwe de bi bahwerî û amintiyê heye, bi jêhatbûne heye, bi helwestên birêkûpêk heye, bi rawestandineke bi rûmet heye û bi bilindkirina nirxên Kurdan heye.
Û ev jî weke nan û avê ji bona doza welatê me pêdivîyeke û pêwistîyeke.
Şerefxan Cizîrî