Hevpeyvîn

Armanca min serxwebûna gelê min e

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, li gel kanala televizyona Al-Erebiyê hevpeyvînek kir. Di hevpeyvîna xwe de serok Mesud Barzani got:Hilbijartinên piştî referanduma serxwebûnê çêbibin ez nabim berbijêr.  Berdewamiya axavtina xwe de serokê Kurdistanê got: Sala 1962 ez ciwan bûn min çek hilgirt armanca min ewbû ku, gelê xwe serbixwe bikim dema bigehim wê armancê dûrî karê siyasî dibim.  Kurdistan dê bibe kilîla çareseriyê li navçeyê û nabe sedema pirsgirêkan.Di axavtina xwe ya li gel El- Arebiyê Barzani got: Aya ew dewlete weke ya Israîle ku, hemû Yahûdî di yek dewletê de komkirin?  em destêwerdanê di ti parçeyên din de nakin, alîkariya wan dikin da ku, bigehin rêkeftinên aşitîyane li gel welatên xwe, parçeyên din xaka xwe hene û li ser erda xwe dijîn. Serok Barzanî Tekez kir ku, parçeyên din yên Kurdistanê ew bi xwe biryarê li ser çarenûsa xwe didin.Di beşeke din a hevpeyvînê de Barzanî got ku, ez xwe bo helbijartên bê yên piştî referandomê berbijêr nakin, ji sala 1962 ez ciwan bûn min çek hilgirt armanca min ewe ku, gelê xwe serbixwe bikin dema bigehim wê armancê dûrî karê siyasî dibim.Serok Barzanî got jî ku, DAIŞê dixwest Kurdistanê dagîr bike weke wan cihên din yên Kurdistanê bike, em li dijî her aloziyekê ne li gel Îranê em dixwazin li ser bingeha du cîranên baş û berjewendiyên hev beş li gel hev pêwendiyan bikin, li gor cografiyê Îranê destêwerdanê ji Hewlêrê behtir  di Silêmaniyê de dike. Em her destêwerdanekî Îranê di karûbarên me de red dikin û qebûlnakin.Wek din serok da xûyakirin ku, eger çirîkatiya me û Iraqê serkeftibûya me referandum nakira.El Erebiyê ji Barzani pirsî ku hin alî hene dixwazin referandum bête paşxistin hun di vê derbarê de şi dibêjin?Barzani di bersiva xwe de got: Me danûstandin li gel hemû wan kesan kiriye ew nabêjin ku, dijî referandumê ne belko dibêjin neha ne dema wê ya guncawe.Serok Barzanî da xûyakirin ku, di destûra Iraqê de,gelek kêmasî hene , 55 madeyên wê Iraqê binpêkirine û derbarê wan binpêkirinan me belge hene. Da zanîn ku, yek ji wan binpêkirin medeya 140 ya destûrê herwiha pêşmerge û birîna mûçeyên wan û pêdiwîstiyên serbazî ji pêşmerge re dabîn nekirin.Herwiha Serok Barzanî got ku, xala herî giring ku, Iraqê binpêkiriye birîna bûdceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Nûrî Malikî ve û got ku, bi çi mafî qûtê xelkê dibirin kî rê biwan daye? Çawa maf didin xwe vê biryarê bidin.El- Erebiyê pirsiyar kir ,  ji ber ku, Herêma Kurdistanê petrol xwe firotiye Malikî bûdce birî Barzanî bersiv da û got: Nexêr piştî wan bûdce birîn me dest bi firotina petrolê kir ew jî li gor yasaya ku, li Şûbata 2007 derketibû tê de hatibû eger li perlemanê pesend nekin her aliyek dikare li gel kompaniyan rêkbikevin.

Back to top button