PolîtîkRojev

Armanca Hevpeymaniya Hîwa jinavbirina qewareya Kurdistanê ye

Parlemanterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê Şaxewan Ebdulla ragihand ew perlemnterên j fraksiyona xwe veqetiyane û fraksiyana Hîwa avakirine jinavbirina qewareya Herêma Kurdistanê dikin armanc.

Îro roja yekşemê 17.01.2021ê Şaxewan Ebdulla ji BasNewsê re axivî ê da zanîn ew parlementerên kurd ê li Bexdayê fraksiyoneke nû avakirina zirarê didin mafên kurdan û ti fêdeyeke wan ji bo xelkê kurd nabe.

Herwiha Şaxewan Ebdulla ameje bi wê yekê jî kiriye heger ew parlementer xemxurê milletên Kurdistanê bûna diviya bû li ser Xurmatû û Kerkûk û berbesteyên li pêş kurdan helwêst bigirtana. 

Di berdewamiyê jî de Şaxewan Ebdulla da zanîn ew parlementerên li Bexdayê hertim hewl dane qewareya Herêma Kurdistanê ji nav bibin û îradeya xelkê Herêma Kurdistanê bixin deste Bexdayê.

Back to top button