CivakRojev

PKK li Şingalê serokê Eşîra yên Apocî çêdike..

Çêkirina serokhozên Apoçî bo Êzidîyan ji hêla PKK ê ve

Rêxistina PKK ê ji destpêka sala 2020an û heya roja me ya îro, hewlên xwe ji bo têkdana civaka Êzidî xurt kirine, pîlaneke nû dest pê kirîye, serokhozên devera Şengalê hedefa evê cengê ne, bi kurtasî merov dikare navê “çêkirina serokhozên Apoçî bo Êzidîyan” li evê pîlanê bike.

Pêgeha Darka Mazî hinek pêzanînên herî taybet li derbara vê pîlana PKK ê bi dest xistine û kanê kîjan kesatiyên Êzidî ne ku PKK ê bi pereyan kirrîne û kirine Apoçî, emê di vê nivîsê de yêk bi yêk bas bikin.

Heger Apoçî nebî karê te bi rêberatîya hozê ve tuneye

Peyamnêrên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê serdana Şengalê û hinek ji kampên ku şêniyên Şengalê têde cî digrin kirine, wan agahiyên taybet li derbara wan serokhozan bi dest xistine ku rêxistina PKK ê guherandine û hinek kesên din li ciyê wan weke serokhoz nav kirine piştî ku bi pereyan ew kes ji bo xwe kirrîn, tişta ku hatîye jiyan kirin eve her çi serokhozekê ku alîgrê PDK ê ye hatîye guherandin, yê ku dev ji rêbaza PDK ê jî berneday, serokhozekê Apoçî li ciyê wî hatîye çêkirin û erkdar kirin, bi kurtasî peyama PKK ê pir zelale, pêwîste Apoçî bî yan jî karê te bi rêberatîya hozê ve û ciyê te li Şengalê tuneye.

Serokhozên Êzidî yên ji hêla PKK ê ve bi pereyan hatine çêkirin:

Nayîf Şemo Xudêda ji hoza Al Hemo

Nayîf Şemo Xudêda temen 56 sale, ji şêniyên bajarokê Gir Izêre, li wexta êrîşa terora DAÎŞ ê li ser Şengalê, ew li gel malbata xwe awarey parêzgehîya Dihokê dibe û li kampa Baedrê cî digre, paş derbasbûna demekî Nayîf vedgere û tevlî cenga dijî DAÎŞ ê dibe, li wexta avakirina fermandarêtîya Şengalê, Nayîf dibe amir sirîya 4 a fewca 11 li gel birayê xwe Dirî’î Şemo Xudêda ku hêjan amir fewce di vê hêzê de li cem Şêx Micdel li enîya Sihêla.

Rêxistina PKK ê li naverasta sala rabûrî pêwendî bi Nayîf re dike, ew li meha 6/2020an bi rêya kesekî bi navê Qehtan Elî Osman ku yêk ji endamên îdareya xweser a Şengalê ye, digel Mazlûm Ros yê berpirsê giştî yê PKK ê li Şengalê dicive.

Di vê civînê de, Mazlûm Ros ji Nayîf re dibêje: emê alîkarîya maddî û me’newey ji boy hewe bikîn, lê belê pêwîste hûn dev ji alîgirîya PDK ê berdin û tevlî rêxistinê bibin.

Mazlûm Ros otombêleke ji curê Hunday reng sipî modêl 2020 bi jimare Erbîl bi Nayîf dide.

Piştre û bi taybet li roja 24/8/2020an, Nayîf civînekê li gel encûmena hoz û kar û barên olî li Şengalê ku ji hêla PKK ê ve tê piştigrîkirin pêk tîne, paş vê civînê Nayîf daxuyanî li kenala Çira a PKK ê li dijî hikûmeta Îraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya avakirina sentera hemahengîya hevbeş da.

Xidir Hecî Mîrza ji hoza Qeyranî:

Xidir Hecî Mîrza temen 66 sale, ew ji şêniyên komelgeha Sîba Şêx Xidir a girêday bajarokê Gir Izêre, kadiroyê PDK ê bû, paş bûyerên 3 tebaxa 2014an, awarey Dihokê dibe û li kampa Çem Mişko cî digre, li dema êrîşa Heşda Şabî a li ser Şengalê, ew tevlî Heşdê dibe, lê belê Heşdê tiştek jêre nekir, piştre pêwendî bi PKK ê kir û li meha 3 ya sala 2020an, PKK ê otombêleke Hunday landkiroz pêdaye.

Niha rêxistina PKK ê Xidir weke serokê hoza Qeyranî nas dike, lê belê di esas de, birayê Xidir yê bi navê Mîrza Hecî Mîrza serokê resen ê vê hozê ye û niha ew li kampa Çem Mişko cî digre.

Seydo Giro Elyas ji hoza Feqîr e:

Seydo Giro Elyas ji malbata Cindo ye, temen 49 sale ji şêniyên bajarokê Gir Izêre, endamê komîta navçeya Gir Izêr a PDKê bû, paş êrîşa DAÎŞ ê a 3 tebaxa sala 2014an, awarey Dihokê dibe û li kampa Bêrsivê a girêday bajarê Zaxo cî digre, li destpêka sala 2020an PKK ê pêwendî pêre kir û ev zilam jî bi otombêleke Hunday landkiroz tê kirrîn.

Niha PKK e Seydo weke serokê hoza malbata Cindo nas dike û li ser wê esasê reftarê pêre dike.

Xelef Silo Eto hemo ku bi xelef Tela tê nas kirin – ji hoza Feqîr e:

Xelef ji malbata Cindo ye temen 59 sale ji şêniyên bajarokê Gir Izêre, navbûrî bi sedema giriftên civakî di salên notan de hatibû Başûrê Kurdistanê, ew li meha 8 ya sala 2020an koç kirbû Almanyayê û li wir tevlî rêxistina PKK ê dibe, berya koç kirinê wî otombêleke Toyota reng sipî modêl 2019 ji PKK ê weke xelat wergirtbû, navbûrî ji ber berjewendiyên xwe yên taybet pêwendî bi PKK ê kir, her wiha malbata Hemo serokhozê xwe heye ku ew jî malbata Dexîl Hemo ye.

Omer Ecac Mirad ji çîna Şêxe

Omer Ecac Mirad

Omer Ecac temen 42 sale, ji şêniyên komelgeha Guhbel a girêday Sinûnê ye, PKK ê otombêleke ji curê Toyota Pîkap pê daye, birayê wî bi navê hemad Ecac Mirad, amir fewce di lîwaya Şengalê de.

Hêjay gotinê ye, ev hinek mînakin ji wan kesatiyên Êzidî yên ku PKK ê bi pereyan kirrîne, kirine Apoçî ji bo parastina berjewendiyên rêxistinê li Şengalê ew kirine serokhoz.

Paş fermana 2014an ya Şengalê heta paş rizgar kirinê, PKK e bi awayekê sîstmatîk ketîye di nava hewlên têkdana civaka gelê Êzidî da, dixwazît bi aydolojîya xwe her tiştî bi guherît wek nerît, ol û bawerdarî, jêyatîya netewe û Kurdbûnê, bi kurtasî li ser mejîkê wan her tiştî dike, dixwaze terzê jiyana vê civaka resn ji nû ve li gor aydolojî û berjewendîya rêkxistina xwe ava bike, lewma pêwîste gelê Êzidî ji vê siyaseta qirêj ya PKK ê haydar be û nehêle civaka wan bibe sotemenîya vê rêxistina nenetewî.

Lê belê tişta ecêb eve, dema ku merov li dîroka rêxistina PKK ê mêze dike li wexta ji nû avabûnê anku ji salên heştêyan û vir de, vê rêxistinê serok hozên netewey li Bakurê welat qetil dikirin û jêre digotin ev feudalin û sedema paşketina doza gelê Kurdin, lê belê PKK e ji nûve hatîye û serokhozan bi pereyan çêdike û wan li ser bingeha aydolojîya Apo perwerde dike!.

Jêder: Darkamazi

Back to top button