Polîtîk
Arinc: Şivan jî tê
Bulent Arinc cîgirê serokwezîrê Tirkiye bernameyek ya CNN Turk de amade bû û li ser rojevê dîtinên xwe gotin. Berpirsa bernamê ji Arinc pirsî:
-Piştî Kemal Burkay vegeriya Tirkiye helbesta wî gelek tê gotin.
Arinc: Ka bila Şivan werê û stranên xwe bêje hingê bibîne dê çewe çêbe.
Pirs: Şivan kengê vedigere?
Arinc: Wê Şivan jî werê. Ka bila iklîm bête guhertin wê werê û stranên xwe bêje. Ez berê dijê Nazim Hikmet bûm.Lê niha ez ne welê me. Ez çûm Rusya û min serdana qebra wî kir û helbestek wî li ser qebra wî xwend..