Kultur

Anketa World Wide Webb (WWW) a bikaranîna înternetê

Di sedsala ku em têda dijîn de, di her qadê de înternetê jiyana mirovan dagir kiriye. Bikaranîna înternetê, ji bo ragihandinê an enformasyonê, nîmetekî pirr girîng e. Înternet bikaranîn, di gellek mijaran de jiyana mirovan zêdetir hêsan dike û mirov ji vê sûdê werdigrin. 

World Wibe Webb Îndeksê, di mijara bikaranîna welatan de anketek lidarxistiye. Mijara anketê ev e: Kîjan welata bi çi armancê înternetê zêdetir bikartîne. 

Encama anketên WWW îndeksê derxistiye holê ku, li cîhanê Swêd welatê ku înternetê ji bo tiştên herî baş bikartîne ye. Di riza înternet baştir bikaranînê de welatên wek Amerîka û Brîtanya heye. 

Tirkiye, di vê warê de, di nav welatên ku înternetê ji bo tiştên ku zêde mirov jê sûdê wernagire bikartînin de ye. Bi îfadekirineke din, hemwelatiyên li Tirkiyê dijîn û  înternetê bikartînin, hejmara wan a zêde înternetê, ji bo tiştên nebaş bikartîne. 


 

Back to top button