PKKê li Bedlîsê rê birî û 3 cerdevan revandin

Gerîlayên PKKê, li ser rêya Xîzanê ku navçeya bajarê Bedlîsê ye, rê birîne û 3 cerdevan bi xwe re birine.
Di navbera gerîlayên PKKê û cerdevanan de pevçûn derketiye. Di encama pevçûnê de cerdevanek birîndar bûye û 3 cerdevan jî ji aliyên gerîlayan ve hatine girtin.
Di vê mijarê de, walîtiya Bedlîsê daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye û diyar kiriye ku, gerîlayên PKKê li çaterêya gundê Olekliya Jêr, ku bi navenda bajarê Bedlîsê ve girêdayiye, rê birîne û heta demekê nasnameya rêwiyan kontrol kirine. Daxuyaniya walîtiya Bedlîsê wiha ye:
“Îro, seet derdorê 15.00 an de, komek gerîlayên PKKê, li çaterêya gundê Olekliya Jêr, rê birîne û nasnameya rêwiyan kontrol kirine. Wesaîteke ku ber bi gundê Çeltikliyê de diçû, ji aliyê gerîlayan ve hatiye rawestandin. 3 cerdevanên ku di heman wesaîtê de bûne, hatine revandin.
Dîsa wesaîteke din jî bi çekên lûledirêj hatiye gulebarandin û hemwelatiyek hatiye birîndar kirin. Hemwelatiyê bi navê Abdullah Durgun, rakirine nexweşxana Bedlîsê û girtine bin dermankirinê. Rewşa Durgun ne giran bûye.
Îro PKKê jî daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku, serokê AKPê yê bajarê Colemêrgê ku hefta çûyî ji aliyê PKKê ve hatibû revandin, wana A.mecît Tarhanê ku serokatiya bajarê Colemêrgê yê AKPê dike, girtine.