ANF dijminetiya Beşîkçî dike
Di malpera ANFê de kesek bi nave Ferda Çetin nivîsek nivîsiye û êrîşek dijwar dibe ser Dr. Îsmail Beşîkçî. Çetin di nivîsa xwe de dibêje: Beşîkçî rojekî jî negotiye “ Ocalan rêbere gelê kurde û divê ji hepsê derkeve“ Dixwaze miletê kurd serokatiya Ocalan nasneke.Taybetmendiya Beşikçî û dostên wî û hevalên wî hemû dijminatiya Ocalan û PKKê ye.
Herweha Ferda Çetin dijminetiya Beşîkçî dike kesayetek wek beşîkçî bi tiştên xirab îtham dike. Li vê derê Ferda Çetin çi ji Beşîkçî re dibêje ne girînge. Ji ber ku Miletê Kurd ,bi hemî awayî Beşîkçî nas dike û dizanê ku ew kiye. Beşîkçî dostik gelek girîng yê miletê kurd e, zanyarek hêja û nîvê temenê xwe ji bo parastina mafên netewî yê kurdan di zîndanê de derbas kiriye.
Beşîkçî tu cara serê xwe li ber dewletê ne tewandiye û ji bîr û baweriyên xwe tavîz nedane.
Pêwîst nake ku mirov behsa Beşîkçî û xizmeta wî û kesayeta wî ya berz bike.
Lê gelo ev Ferda Çetin kiye? Rastî kesek di nav PKKê de ye yan jî, keseke ku di bin navek ne rast de nivîsa dinivîse. Hakaretê li kesayeta Beşîkçî dike di bingehê xwede hekaretê li nirxên netewî yê kurdan dike.
Tu kes Ferda Çetînê kemalîst nasnake. Ev ucube ji ku peydabûye û bi navê kurdeyatiyê dijminatiya nirxên Kurdistanî dike? Kesek nizane Ferda Çetin kiye. Militanek PKKê ye? Berpirsek mezin yê PKKê ye? Rojnemevane? Tirk e? Kurd e? Çîye kesek nizane. Keseke ku di malpera ANFê de dijminatiya Kurdan û dostên kurdan dike. Ew bi xwe çikas baweriyê li Ocalan yan jî PKKê tîne jî nayê zanîn.
Tiştên Çetîn di derbarê Beşîkçî de dibêje tenê xizmetê ji dijminên miletê kurd re dike. Ji nawendekî dijminatiya nirxên hêja yên kurdan tê kirin. Êrîşên Çetin jî di vê çerçovê de ye.
Lê gelo çima deng ji Kurdan dernakeve? Gerek bi awayek pêwîst Ferda Çetin bihata recimandin. Lê mixabin…
http://firatnews.com/news/guncel/ismail-besikci-siyasete-giriyor-ferda-cetin.htm
Baki Bani/Rojevakurd