Polîtîk

ANF derewa dike

 

 

Ji bo weşana nûçeyek ne rast di malpera ANFê de Selahatin Sarboga daxuyaniyek belav kir.

Sarboga di daxuyaniya xwe de dibêje:

Ji weşana nûçeyeke ne rast di malpera ANF de roja 11.3.2014ê belav bûyî ez pêwîst dibinim ku vê daxuyaniyê ji bo Raya Giştî ragihînim. Nûçeyê de dibêje“ Ji eşîra Tayan/Kerevan 500 kes tevlî refên BDPê bûn.“

Herweha berdewambûna daxuyaniya xwe de Sarboga dibêje: Di çerçova propagandeya hilbijartinan de heyetek ya BDPê di serokatiya birêz Hasip Kaplan û serokê şeredariya Sêrtê Selim Sadak de serdana gundê me kirin. Kesek tevlî BDPê nebûye û ji bo vê jî tu rewrisim nehatine li darxistin. Dema ev heyet hatî gund min bi orf û edetên kurdewarî pêşwaziya wan kiriye. Piştî axavtinên wan min jî li axavtinek kir û behsa birayetî,aşitiyê û yekitiya Kurdan kir.

Lê ANF nûçeyek nerast û li gora dilê wan xwestiye belav kirine. Evê yekê sih exist li ser aliyên insanî yê vê serdanê.Nûçe ne bi ehleqek rojnemevanî hatiye belav kirin. 

Selehattin Karaboga ji bo nerastiya vê nûçeyê dibêje:

Nûçeyê de paşnavê min Goymen hatiye nivisandin. Ne paşnavê min Goymene û ne jî kesek xwedî vî paşnavî li gundê me heye.Di nûçeyê de ez wek serokê Eşîreta Tayanê Kerevan hatime nasandin. Her kesê ku me nasdike dizanê ku tu sifatek min bi vî awayî tuneye. Roja ev heyet hatî, kesek mezinên malbata me li gund tunebûn û min jî li gora edetên kurdan pêşwaziya heyeta BDPê kiriye.

Ez ne tu kesî temsil dikim û ne jî ew selahiyeta min heye ku ez kesekî tevlî tu partiyan bikim.

Gora ez dizanim li gund jî kesek tevlî vê partiyê nebûye.

Sarboga dibêje : ev serdan wek rewrismek ya tevlîbûna BDPê hatiye weşandin . Ev jî ne raste.Heyeta BDPê ji wek her partiyekî hatine daxwaza denga ji bo partiya xwe kirin. 

Ji bo nerastbûna nûçeyê Sarboga dibêje: Gundê me wek gundek quntara çiyayê Cudî hatiye nasandin. Halbukî gundê Babindeq li deşta Silopiya ye.

Di dawiya daxuyaniya xwe de Sarboga dibêje:  Partiyên siyasî li gora eşîreta siyasetê bikin ne raste. Nabê nirxên miletekî ji bo propagandeya hilbijartinan bêne karanîn û medya partiyan de eşîretîyê derxin pêş û li gora vê siyasetê bikin.

Selahattin SARBOĞA   

12.03.2014

 

Back to top button