Hevpeyvîn

Amirîka ji aliyê xwe ve gûvaşeka bihêz li TEVDEMê dike

MS Îmam di bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje:Hevpeymaniya Nêvdewletî bi çi  awayî  li van demên hestiyar da dest ji vê devera stiratejîk bernade , berjewendiyên wan û Îsraîlê dixwaze ku digel hevpeymanên xwe yên kurd û tirk peywendiyên xwe bihêztir lêbikin

Rojevakurd: Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalîne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?

M S Îmam: Bi nêrîna min, mifa dê ji vê delîvê hête dîtin dema  hêzên serekî wekî TEVDEM  û ENKSE   bi hev ra enyek Kurdistanî dabimezrînin, wê demê dê hêzeka xurt li meydanê dirust be ku bikaribe bersiva gişit pêşbîniyan bide  û li cihê razîbûna Hevpeymaniya Navdewletî da be , li aliyê dî Tirkiye wê neçar be vê alternatîfê qebûl bike,  eger bixaze peywendiyên xwe bi Amirîkayê ra qut neke .! Amirîka ji aliyê xwe ve gûvaşeka bihêz li TEVDEMê dike ji bo ku razî bibe rewşê normalîze bike û hevpeymaniyekê bi ENKSê  ra bike

Rojevakurd: Vekişandina hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?

M S Îmam:  Li gor zaniyarî û nşçeyên dawiyê, peyva vekşandin, bi dîtina min  nemaye, ez dikarim bêjm (dubare rêkxistin ).  leşkerên Amirîkayêd dê kêmtir bin, lê li cîyê wan dê hêzên dewletên ewropî  wê valehyê pir  bikin, lewma çi bandor nabe.

Hevpeymaniya Nêvdewletî bi çi  awayî  li van demên hestiyar da dest ji vê devera stiratejîk bernade , berjewendiyên wan û Îsraîlê dixwaze ku digel hevpeymanên xwe yên kurd û tirk peywendiyên xwe bihêztir lêbikin ji bona ku li ber sînga pilanên Îran û Rûsiyayê rawestin.

Rojevakurd: ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozisyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî  îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?

M S Îmam: Eger lihevhatineke (bigarantî) ji aliyê Hevpeymana ve di navbera herdu alîyan da; TEVDEM û ENKS  hat îmza kirin , wê demê dê herdû alî bê minet bin û dê xwe ji îltzamên kevin dûr ragirin.

Rojevakurd: Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çewe sudê ji vê rewşê bigrin

M S Îmam:  Her weke min di bersiva pirsiyara yekam da diyar kirî, kurd bi yekrêzîya xwe dê bikaribin defaktuyekê berhev biken weke  li Başûrê Kurdistanê di sala 1991ê  hatî damezrandin . Wê demê dê Tirkîye jî neçar be wê rewşê qebûl bike her weke li Başûr çê bûy..

Eger Suriye destûreke nû  pesind bike pişitî aşitî li wî welatî berqerar be, dê Rojava pêşkeftineka mezin bi xwe ra bîne ji ber ku destûr dê, bê guman, mafên Rojava garantî bike û dê mifayên Tirkiyê jî gelek mezin bin,  ev çende dê bandora xwe ya erênî li ser rewşa Kudistana Bakur jî bike.

Eger  rewş weke  îro jî bimîne,  bê çareseriyeka sertaserî,  dê Rojava bi yekrêziya xwe û bi yekgirtina rêzên xwe ji aramtirîn deverên Suriyê be.

Lê tiştê herî giring eve ku ne ENKS û ne TEVDEM  hizir bikin ku bi serê xwe yek bi tenê bikaribe hikumdariyê li Rojava bike .

Waneyên mêjuyê nîşa me daye ku nelihevkirin û bêtifaqiyê em di vî rewşê da hişitine.

Back to top button