Amerikî çavderiya hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê dikin

Konsolxaneya Amerîkî  li Hewlêrê navê xwe li Komisyona Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê tomar dike, ta çavdêriya proseya hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê bike.Berpirsê Tomarkirina Qewareyan di Komisyonê Hilbijartin û Rapirsiyê de Jiyar Dizeyî ji K24ê re ragihand, îro nûnerê Konsolxaneya Amerîkî serdana komisyonê kir, ta navê xwe ji bo çavdêrîkirina proseya hilbijartina parlemantoya Kurdistanê tomar bike.Got jî, pêştir jî Konsolxaneya Japonê jî navê xwe bo çavdêrîkirina hilbijartinan tomar kiribû û tevahiya rêkarên yasayî bo vê mebestê girt ber.Da zanîn jî, konsolxane û nûnerên welatên din jî dixwazin navên xwe bo çavdêrîkirina hilbijartinan bikin tomar bikin.Hilbijartina parlemantoya Kurdistanê di 30î vê mehê de birêve diçe û hefteyek e aliyên beşdar dest bi bangeşeyê bo lîste û berbijarên xwe kirine. 

Nerîna min :