Cîhan

Amerikayê êrîşê bingehên Heşda Şeibî kir

Li Iraqê hêzên Amerikî êrîşek birin ser bingehek yê Heşda Şeibî û gelek kuştî û birîndar hene.

Li gora daxûyaniya berdevkê Heşda Şeibî Cevad Rubayavî, li devera bajarê Enbarê Amerikayê bi balefiran êrîşek biriye ser bingehek leşkerî yê Heşda Şeibî di encama vê êrîşê de 25 kes hatine kuştin û 51 jî birîndar bûne.

Rubayavî dibêje ku, ihtimala hêjmara kuştiyan zêde bibe geleke, ji ber ku birîna hinekan girane.

Wek din wezereta Berevaniya Iraqê jî dabû xûyakirin ku, Amerikayê êrîşek ezmanî biriye ser baregehek yê Ketaib Hizbillah li devera Enbarê ya El Herş û Sellumê.

Wezereta Berevaniya Amerikayê jî dide xûyakirin ku hêzên wan êrîş birine li ser 5 bingehên Ketaib Hizbillah . Amerikayê erîşê 3 bingeha li Iraqê û 2 bingehên li Suriye kiriye.

Serokkomarê Iraqê jî ev êrîş wek binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kiriye.

Wezîrê derve yê Amerikayê Pompeo jî dibêje ku, ji berî niha van hêza êrîşê bingehek yê hêzên hevpaniyê li Iraqê kirîbûn û ev êrîşa Amerikayê bersivek tunde ji bo Îranê.

Pompeo di derbarê vê êrîşê de got: Serok Trump ji berî niha dabû ragihandin ku, eger Îran jiyana efserên Amerikayê bêxe di xeterê de, emê bersivek vekirî bidin. Îro gava me li Iraqê avêtî helwesta Amerikayê ya bi biryare.

Ketaib Hizbillah ji berî demekî li devera Kerkûkê nêzikî 30 roket avêtibûn bingehek yê hevpeymana û di encam de hemwelatiyek Amerîkî jiyana xwe ji dest dabû.Di heman êrîşê de 4 efserên Amerikî û 2 efserên Iraqî jî birîndar bibûn.

Back to top button