Amerîkayê bûyerên Zaxoyê şermezar kirin
Alex Luskaris konsulusê giştiyê konsolxaneya Amerîkayê a li herêma Kurdistanê bi navê hikûmeta Amerîkayê têkdan û talankirina dikanên meyfiroştinê û cîyên din yên tûrîstî li Dihok û zaxiyê şermezar kirn
Alex Luskaris di daxuyaniya xwe de got:
– Bi navê sefaretxaneya Amerîkayê a li Îraqê û bi navê hikûmeta Amerîkayê hemû şideta li dijî kêmneteweyên Zaxo û Duhokê hatiye kirin şermezar dikim. Bi navê hikûmeta Amerîkayê têkdan û talankirina dikanên meyfiroştinê û cîyên dinli Zaxo û Duhokê şermezar dikim. Pêwîste aramî vegere bo devera Zaxo û Duhokê û hikûmeta herêma Kurdistanê jî lêkolînî li ser wan bşyeran bike.
Alex Luskaris konsulusê amerîkayê yê li Hewlêrê di berdewamiya daxuyanya xwe de got:
Li gor gotinên Kerîm Şingarî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê hemû cihên hatîne têkdan destûra qanûnîç hebû û xwediyê wan ji kêmnetewyên herêma Kurdistanê ne. Eve tawaneke li dijî pêkvejiyana netewe û olan. Pêwîste xelkê herêma Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve bi hev re bijîn.