CîhanRojev

Amerika:Em li dijê pêşwebirina pêwendiyên Tirkiye û Sûrî ne

Wezareta Derve ya Amerîka bo cara yekê derbarê nêzîkbûna Şam-Enqera ya muhtemel de daxuyaniyek da û got: Amerîka ti niyeta bilindkirina asta peywendiyên dîplomatîk bi rêjîma Esed re nîne û em piştgiriya welatên din ên ku peywendiyên xwe asayî dikin nakin.

Li ser ihtimala diyaloga di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ku di van demên dawî de derketiye holê, cara yekem e ku DYA daxuyaniyek dide. Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ew li dijî wê yekê ne ku Tirkiye yan jî welatên din ên herêmê bi rêveberiya Beşar Esed re peywendiyan bikin.

Berdewamiya daxûyaniya xwe de bcîgirê berdevkê wezereta derve Vedant Patel got:

Em sizayên li ser Sûriyê ranekin û li dijî ji nû ve avakirina Sûriyê berdewam bin heta ku pêvajoyek rast û mayînde ber bi çareseriya siyasî ve nebe. Em di wê baweriyê de ne ku pêvajoyeke siyasî ya resen û mayînde ji bo ji nû ve avakirinê hem bingehîn û hem jî girîng e û me di vî warî de ti pêşketin nedîtine.

Em bang li welatên herêmê dikin ku çewsandina gelê Sûriyê ji aliyê rêjîma Esed ve di 10 salên borî de, ku piraniya welat ji alîkariyên mirovî û ewlekarî yên giring bêpar kirine, binirxînin.

Back to top button