Amerika xwe tevlî şer bike emê bingehên wan bikin cihê nêçîrê

Berpirsê Leşkerî yê Hizbulaha Îraqê Ebû Elî Eskerî diyar kir ku, Amerîka bikeve şer dê bargehên wan bibin cihên nêçîrê.
Ebû Elî Eskerî ji ser hesabê xwe yê Facebookê got, “Eger Amerîka bikeve nava vî şerî, wê demê Donald Trump, dê hemû ew trîlyon dolarên ku di xewnên xwe de ji bo destdanîna ser vê herêmê dibîne, ji dest bide; plan ji bo vê mebestê hatiye danîn.”
Berpirsê Leşkerî yê Ketaîb Hizbulah a Îraqê di berdewamiyê jî de got, “Baregehên Amerîkayê yên li seranserê herêmê, dê bibin qada nêçîra betan.
Tengava Hurmuzê û Bab el-Mendeb dê bên girtin û benderên petrolê yên li ser Deryaya Sor jî dê karên xwe rawestînin.
Behsa wan hejandinên çaverênekirî nakim ku dibe ku balafirên wan li asman tûşî wan bibin.”
Ketaîb Hizbulaha Îraqê yek ji pêkhateyên wê grûpê ye ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” dide nasîn û nêzîkî Îranê ye.