Amerîka wê zêdetir alîkariya Pêşmerge bike
Li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraqa Federal û şandekî li gel kir ku pêkhatibû ji Joseph Pennington Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek ji berpirsên bilindên serbazî ya artêşa Amerîka. Li hevdîtinê de rewşa emnî û siyasiya Iraqê û şerê dijî terorîstan û azadkirina bajarê Musilê xistin ber behs û gûftugoyan. Her wiha ronahî xistin ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û rewşa xerab ya koçberên parêzgeha Enbarê. Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan wê yekê bi Serok Barzanî ragihand ku li Amerîka nêrîneke tevahî yekgirtî li palpiştîkirina Pêşmerge heye û her wiha eve jî dûpat kir ku hevkariyên artêşa Amerîka ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam dibê û hemahengiya di navbera hêzên Amerîka û hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê berfirehtir dibê. Li beşekî dinê vê kombûnê da rewşa Sûriye û çawayiya rûbirûbûna terorîstan li Sûriye hate nirxandin.