Polîtîk

Amerîka: Serdana Barzanî bo Diyarbekirê dîrokî ye

Li Selahedînê, Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Brett H. McGurk şêwirmendê cîgirê wezîrê derveyê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka bo karubarên Iraqê û şanda li gel kir.

Di vê hevdîtinê de Brett H. McGurk xweşhaliya xwe bi vê hevdîtina derbirî û di derbarê kiryara terorîstiya 29ê îlona borî li Hewlêr qewmî bû, hevxemiya xwe bi serok Barzanî û gelê Kurdistanê ragihand. Her wiha ji bo serkeftina hilbijartina parlamentoya Kurdistanê pîrozbahiyê li serok Barzanî kir.

Her di vê hevdîtinê de şêwirmendê cîgirê wezîrê derveyê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka bo karubarên Iraqê behsa rola serok Barzanî kir ya berev pêşbirina peywendiyan û dirustkirina pira peywendiya li gel welatên navçeyê û serdana serok Barzanî ya Diyarbekir bi serdanekî dîrokî wesif kir.

Di derbarê rewşa Iraqê jî de sêwirmendê cîgirê wezîrê derveyê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka bo karubarên Iraqê xweşhaliya xwe ji bo çareseriya kêşeya yasaya hilbijartinên Iraqê derbirî û hêvî xwest hemahengî û hevkariya hemû aliyek ji bo çareserkirina pêşhatan berdewam bibe.

Li beranber de, serok Barzanî, ragihand ku kêşeya serekiya li ber yasaya hilbijartinê û yasaya budçeyê, nebûna serjimêriyekî hûr û bawerpêkirî ye û pêwîste ew serjimêrî bê encamdan.

Back to top button