Cîhan

Amerika qebûl nake ku behrek a komên çekdar di hukumeta nû ya Iraqê de hebe..

Amerîkayê ji nihave bala hukumeta nû li Iraqê bê avakirin kişand û peyamek gelek zelal da. Amerika dibêje ku, nabe bi tu awayî komên çekdarên derveyî qanûnê rolekî wan di hukumeta nû bê avakirin de hebe.

Berpirsek ji wezareta Derve ya Amerikî ji NBC Newsê regot: “Niha bi awayekî cudahiya di navbera dezgehên dewletê û komên çekdarên ne qanûnî gelekî ne diyar e û şêloye.

Amerika daxwaz ji Zeydî jî kir ku di kabîneya nû ya hikûmeta xwe de, peywendiyên xwe ligel komên çekdar qut bike. Divê hukumeta Iraqê peyamek zelal bide û bidê kifşkirin ku, bi tu awayî behreka komên çekdar di hukumetê de tuneye.

Ev daxwazên Amerîkayê piştî hejmareke aloziyên ewlehiyê li deverê tên. Wekî ku berpirsê navborî amaje pê kiriye, “Dezgeh û berjewendiyên Amerîkayê li Iraqê rastî zêdetir ji 600 êrişan hatine di dema wî şerê ku deverê ji dawiya meha Sibatê ve heta roja destpêkirina agirbestê di 8ê Nîsana borî de dîtibû.”

Peyva “komên çekdar ên derveyî qanûnê” li Iraqê ji bo wan kom û milîsan tê bikaranîn, ku tevî hinek ji wan bi fermî beşekin ji dezgehên ewlehiyê, lê li derveyî fermana Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar kar dikin. Ev kom di sala 2026ê de bûne arêşeyeke mezin li pêşiya aramî û peywendiyên navdewletî yên Iraqê.

Waşintonê di demên borî de gelek caran daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiribû ku yekser van koman hilweşîne û hişyarî dabû ku eger ew neyên kontrolkirin, Iraq dê rûbirûyî cezayên tund bibe.

Back to top button