Amerika: Pêgeheke girîng a Hewlêrê heye

Şanda Wezareta Pêşmerge li Amerîkayê ligel Wezaretên Berevanî,berpirsên wezereta Derve, endamên Kongres û nûnerên Koşka Spî civiya. 

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê diyar kir, liv û tevgerên DAIŞê hîn jî mane û alîkariyên wan ji bo Pêşmerge didomin. Wezîrê Pêşmerge jî destnîşan kir: Amerîka û welatên Ewropayê pêdagirî li ser çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge û pêkanîna hêzeke Kurdistanî dikin.

Şanda Wezareta Pêşmerge bûye hefteyek li Amerîkayê ye û bi serokatiya Wezîrê Pêşmerge serdana Wezareta Berevaniyê û Kongresê kiriye, herwiha biryar e serdana Wezareta Derve û Koşka Spî jî bikin.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê Beyan Samî Ebdurehman bi navê Serokê Herêmê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya gel û hikûmeta Amerîkayê û kompaniyên Amerîkî kir, ku di rewşên dijwar de dost û piştevaniya rasteqîn a Herêma Kurdistanê ne.

Beyan Samî Ebdurehman diyar kir: “Em şanaziyê dikin bi hevkariya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Pêşmergeyên me li sînorekî hezar kîlometre berevanî kir, ku xeta berevaniya li dijî DAIŞê hebû. Loma Kurdistan bû penageheke aram ji bo hemû wan kesên ji destê teror û tirsînê ji deverên xwe direviyan.

Herwiha destnîşan kir: “Ez bi navê Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî spasiya hemû wan Amerîkiyan dikim ku alîkariyên xwe gihandin Herêma Kurdistanê, her ji gelê Amerîkayê ve heta Wezareta Derve û Kongres û Koşka Spî û Wezareta Berevaniyê. Pêwendiyên me ji bilî serbazî, abor û çandî ne. Em spasiya jûra bazirganî û kompaniyên Amerîkî dikin, ji şerê DAIŞê ve heta niha, tevî qeyran û kêşe û astengiyên cuda, hîn jî li Herêma Kurdistanê ne.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: