Polîtîk

Amerîka li Kurdistanê bingehên xwe yên leşkerî vedike

Rojnameyeke Suudî belav kir ku Amerîka bi mebesta danîna bingehên serbazî û zêdekirina serbazên xwe yên li Herêmê danustandinan li gel Kurdistanê dike.

Rojnama Şarqul Awsat li ser zimanê çend berpirsên Rojavayî hinek pêşniyazên ji bo zêdekirina hebûna leşkerê xwe û ji wan jî her danustandineka li gel Bexda bête encamdan divê li ser pirsên din jî bêne kirin ku ne tenê tevgerên leşkerî, belku peywendiyên aborî jî zêdebike û hêza Nato ku roleke bi bandore li şerê dijî Da’îş da hebe.

Her wiha diyar kir ku encamdana danustandinan li gel Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya li ser danîna bingehên leşkerî li nêzîkî Silêmaniyê û li Başûrê Hewlêrê û li nêzîk Helebçe û zêdekirina hejmara serbazên xwe ji 500 serbazan bo 2000 serbazan. Niha Amerika 5000 serbazên xwe bi tenê li Iraqê heye.

Rojname li ser zimanê hejmarek diblomatkaran belavkir ku niha hebûna leşkerên Amerîka li Rojavayê Iraqê û li Rojhilata Sûriyê heye, ji ber ku bêhtirê wan hêzên Amerîkî ewin ku Rojhilata Firatê li destpêka îsal de hatine vekêşan, li Herêma Kurdistanê mane û hejmara serbazên Amerîkî li nêzîkî bîrên petrolê hezar serbazan bûne 500 serbaz”.

 

Back to top button