Cîhan

Amerika li Îranê heviya şerê desthilatdariyê dike

Li Îranê piştî ambargoya Amerikayê hêdî gotubêj li ser guhertina desthilatê bi awayek ne vekirîbê jî têne kirin.
Li gora nûçeyeka Times wezîrê derve yê Îranê Cewat Zarîf di daxûyaniyek ya xwe de gotiye ku hinek pereyên reş sipî dikin û zelaliyek ya darayî li ba hinekan jî tuneye. Gelek wezîr û ji vê yekê aciz bûne û didin xûyakirin ku Zarîfî divê ji kar bête dûr xistin.

Lê kesên ku pişgiriya gotinên Zarîfî jî dikin hene. Serkirdeyekî olî Ayetullah Alem El Huda di xutba mêja Înê de , got ku kesek nabîje Zarifî xelete, di nava 80 milyonî de yên pereyên reş sipî dikin jî hene.

Herweha li gora heman rojnameyê Trump hêviyek mezin dike ku, encamên ambargoya li himber Îranê bibe sedemek ku milet li dijê rejimê raperînekî bike.
Li gora Times dide xûyakirin, gelek xwepêşandan têne kirin û ji aliyê hêzên ewlehiyêve tundî tê irin .

Back to top button