Amerika li dijê operasyonêye yan li gel e?
Wezereta Bergiriya Amerikayê (PENTGON) di derbarê operasyona Tirkiye ya li rojhilatê Firatê de da xûyakirin ku ew bi tu awayî pişgiriya oprasyona Tirkiye nakin û Tirkiye ji ji karê ezmanî yê hevbeş derêxistin.
Berdevka Pentagon Carla Gleason daxûyaniyek da ajansa fermîya Tirkiye AA û got: Tirkiye ji aliyê nawenda operasyonên hevbeş ve ji sistema esmanî hate derxistin. Ev yek tê wateya ku Trkiye bê ku izna Amerika û nawenda hevbeş hebe li ser ezmanê Suriye nikare bifire. Herweha bi vê biryarê Tirkiye operasyonê de nikare balefirên cengî bi kar bîne.
Amerika ji aliyekî rê daye Tirkiye ku vê operasyonê bike, heta xalên xwe yên leşkerî ji herêmê rakirine ji aliyek din ve jê Tirkiye tehdît dikin. Ji xwe HSDê jî hêzên xwe ji deverê li ser daxwaziya Amerikayê dane aliyekî û herêm vale kirine. Ji bo vê jî dixweyê ku li ser erdê tu hêzêk li himber Tirka şer nake û dê operasyonek bê berxwedanek li dij hebê pêkwerê.
Çerşova operasyonê hatiye kifşkirin, Amerika û HSDê jî ev çerçova erê kirine. Lê her aliyek ji bo li hevhatinên nehînî eşkere nekin û vê operasyonê ji bo siyaseta xwe ya navxwe de bi kar bîne di nava çalakiyekî de ye.
Amerika di rastiya xwe de li dijê operasyonê ye yan na, baş nayê zanîn.