Cîhan

Amerîka karmendên xwe yên Bexda û Hewlêrê vedikêşê

Ji ber rewşa emnî û belavbûna şewba Korona, Wezareta Derveyê Amerîkayê karmendên xwe yên li Balyozxaneya Bexda û Konsolxaneya Hewlêrê vedikêşê.

Balyozxaneya Amerîka ragihandiye, ji ber rewşa emnî û her wiha qedexeya geştkirinê ji ber belavbûna şewba Kovîd-19, Wezareta Derveya Amerîka fermanê bi karmendên xwe yên li Balyozxaneya Bexda û her wiha Konsolxaneya li Hewlêrê û Navenda Dîplomasiyê li Bexdayê daye vegerin welatê xwe.

Balyozxaneya Amerîka di derbarê xizmetên xwe de ragihand: “Li vê demê de xizmetguzariyên pêdana vîze bi helawêstî dimîne û heman demî de asta pêşkêşkirina xizmetguzariyên ji bo welatiyên Amerîka li Iraqê hatiye sînordar kirin”.

Back to top button