Wezîrê derve yê Amerika John Kerry , wezîrê Rusya yê Sergey Lavrov û nûnêre NY yê Suriye Staffan Mistura li Cenevê hatin ba hev û hevdîtinek kirin. Hevdîtina herdu wezîra li gel şandên herdu welatan 12 demjimêra berdewam kir.Piştî civîn dawî hat herdu wezîra konferansek çapemenî li darxistin û behsa naveroka civîna xwe kirin.Sergey Lavrov behsa rewşa Suriye kir û got: ji bo reveberiya Suriye ya nû li piraniya xalan de me li hev kiriye. Gelek tişt zelal bûne. Tenê hinek tişt mane ku pêwiste li ser axavtin bêne kirin. Sergey Lavrov got ku di demek nêzik li Cenev civînek pêktê û kesên pispor pirsgirêkên mayî jî zelal dikin.Sergey Lavrov behsa ketina Tirkiye ya Cereblusê jî kir û got: Tirkiye ne bi agahdariya rejima Suriye derbasî Cerablusê bûye. Heta niha tenê Rusya Îran bi agahdariya Suriye û riza Suriye di nava axa Suriye de ne. Wek din tu welatek din ne bi daxwaziya Suriye li ser axa wane.John Kerry jî behsa hevdîtina xwe û Lavrov kir û got ku, ev civîn gelekî dirêj bûn lê encamên erênî deketin hole.Kerry got: Eger li Suriye agirbestek ji bo demek dirêj bê pêkanin , dê gelek tişt bêne guhertin û rewş zelaltir bibe.Li ser ketina Tirkiye jî Kerry got: Em alîgirê yekitiya axa Suriye ne. Kerry behsa rewşa kurda li Suriye jî kir û got: Em qebûl nakin ku kurd li Suriye hewldana dewletek Kurdî bikin.Em li gel hinek hêzên wan hevkariyek bi sinor dikin.Herweha Kerry di vê derbarê de behsa helwesta Tirkiye jî kir û got:Em teredûtên Tirkiye jî di vê derbarê de fam dikin.