Polîtîk

Amerika ji Iraqê vedikişe

Li gora ajansa nûçeyan a France Press, Amerikayê amadekariya vekişandina hêzên xwe ji Iraqê destpêkiriye û ev yek bi awayek fermî ji hukumeta Iraqê re gotiye.

Fermandarê hêzên Amerîkayê yên li Iraqê Wiliam H. Seely nivîseke fermî ji fermandariya hêza operasyonên hevbeş ên Bexdayê yên ser bi wezareta berevaniya Iraqê re rêkiriye û hûrgiliyên vekêşandina hêzên hevpeyman li Iraqê aşkera kiriye.

Fermandar Seely ragehandiye ku di heyama çend roj û heftiyên pêş de rêkarên vekêşandinê dê bicîh bînin û ev yek jî wek rêz girtin ji serweriya Iraqê re ye, ku serokwezîrê Iraqê û parlamentoyê daxwaz ji wan kiriye.

Derbarê hûrgiliyên derxistina hêzên xwe de jî amaje bi wê yekê kiriye ku şevên pêş de, di dema bicîhanîna biryara vêkêşînê de hatûçûna helîkopterên wan li esmanê navçeya Kesk a Bexdayê dê zêde bibe.

Herweha piştî biryara parlementoya Iraqê , gelek welatên hevpeymaniya perdeya hêzên Iraqî sekinadin û hinek jî welatên hevpeymanî wek Amerikayê xwe amade dikin ku ji Iraqê vekişin.

Back to top button