Cîhan

Amerîka ji Iraqê dernakeve

Cîgira Berdevka Wezareta Paraztina Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh: “Heta ku metirsiya DAIŞê li Iraqê hebe, emê li wir bin”.

Cîgira Berdevka Wezareta Paraztina Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh, li ser mijara mayîna leşkerên Amerîkayê li Iraqê axivî. Singh got: “Armanca hevdîtinên bi Iraqê re kûrkirina têkiliyên me ye. Em girîngiya têkiliyên xwe yên bi hikûmeta Iraqê re dizanin û girîngiyê didin van têkiliyan”.

Sabrina Singh bi berdewamî got: “Emê li ser şandina alîkariyên leşkerî ji bo Iraqê berdewam bin. Têkiliyên me bi hêzên ewlehî yên Iraqê re neguheriye, milîsên Îranê li Iraq û Sûriyê êrişî hêzên me dikin. Heta ku metirsiya pasdarên Şoreşê li Iraqê berdewam bike emê hêzên xwe li wir zêde bikin”.

Singh herweha got: “Heta ku metirsiya DAIŞê li Iraqê hebe, emê li wir bin. Me komîteyek bilind ji bo nirxandina erkê hêzên xwe ji bo misogerkirina jinavbirina DAIŞê li Iraqê ava kiriye”.

Alîkara Berdevkê Pentagonê diyar kir ku sedema hebûna leşkeran li Iraq û Sûriyê jinavbirina DAIŞê ye, lê amaje bi wê yekê jî kir ku DAIŞ hê jî metirsî ye.

Back to top button