Amerîka: Hikûmeta Îraqê nekarî destkeftiyan biparêze

Fermandarê giştiyê arteşa Amerîkayê di daxuyaniyeke xwe de dibêje ku, hikûmeta Îraqê nekarî destkeftiyan biparêze û roj bo rojê rewşa emnî li Îraqê ber bi aloziyê diçe.
Martin Dempsey fermandarê giştiyê arteşa Amerîkayê di daxuyaniyeke xwe de dibêje ku, arteşa amerîkayê beriya ji Îraqê vekişe heta derceyeke baş aramî û emniyeta wî welatî parast bû ”lê hikûmeta Îraqê nekarî wan destkeftiyan biparêze û rewşa Îraq di nava du salên borî de roj bo rojê aloztir bûye.”
Wîlayeta Enbar ku, dikeve rojavayê Îraqê, bi bajar û bajarokên xwe ve ji kontirola hikûmeta Îraqê derketiye û ketiye jêr kontirola eşîrên wê deverê ku ser bi mezhebê Sunî ne.
Femandarê arteşa Amerîkayê dibêje hikûmeta Îraqê lêdixebite kontirola wîlaeya Enbarê bike ku, nuha di destê grûpên çekdar de ye. Hikûmeta Amerîkayê jî dest pê kiriye çek û cebilxane ji Îraqê re bişîne daku dişer li dijî çekdaran de bikarbîne û ”bikare wîlayeta Enbar kontirol bike.”
Li gor hin çavkaniyan Amerîka ji siyaseta Nurî Malkî serokwezîrê Îraqê li Îraqê dimeşîne nerazîye û zêdebûna grûpên çekdarî li Îraqê îdareya Obama dilgiran kiriye. Malikî hemû pêkhatên Îraq, ji bilî Şîeyan, îham kirine.