Amerika hêjmara hêzên xwe li Rijhilata Navîn zêde dike
Li gora ajansa Reuters radigihîne, serokê Amerikayê Donald Trump ji berî dest serdanan xwe ya Japonya bike, li Qesra Sipî daxûyaniyek da. Trump da xûyakirin ku; Em dixwazin erken xwe yên li Rojhilata Navîn biparêzin.Em niha hinek esker rêdikin herêmê sedema piraniya wan niha ji bo parastinê ye. Di nava hêzên me yên ku niha diçin kesayetên gelek jêhatî hene, dê ka em binêrin çi dibe.
Qesra Sipî jî di heman derbarê de, da xûyakirin ku; niha hêzên me yên diçin armanca wan endezyarî û grubên parastinêne.Ev biryar piştî Trump civînek li gel berpirsên peya bilind yên hêzên bergiriyê kirî wergirt. Li himber tehdîtên Îranê û hevalbendên wan niha van grubên kiçik rêdikin, ev niha têrê dike.
Herweha li gora nûçeyek ya The New York Times jî, di civîna Qesra Sipî pêkhatî hinek berpirsên Pentagon dane xûyakirin ku, divê 20 hezar leşker li deverê werin bi cih kirin. Ji aliyek din hinek berpirsên wezereta Bergiriyê jî dibêjin ku, niha hêzên ku li deverêne besin, eger em 20 hezar esker rêbikin dê bibin aramncek vekirî ji bo êrîşên Îranê.
Wezereta Bergirya Amerikayê dibêje , ji bo rêkirina 1500 eskerî biryar rêkirinê kongresê ji bo erêkirinê.