Cîhan

Amerika êrîşê Suriye bike , Rusya bersivê dide

Rojnama Britanî Daily Telegraph ê de nivîsek ji aliyê  Alec Luhn, Ben Riley-Smith û Raf Sanchez ve hatiye nivîsandin. Di nivîsê de dibêje: Piştî îdiayên Amerika yê ku Suriye li devera Gotayê çekên kîmyawî bi karanîne ihtimala ku Amerika êrîşê Suriye bike di rojevê de ye. Li himber vê yekê Rusya dest manevrayek leşkerî kir.Wezereta bergiriya Rusya da xûyakirin ku, balefirên wan yên cengî ji bo tesbîtkirina fûzeyên Kruz gelek nivz difirin.Du parlementerên Rus bangê Kremlin kirine û dibêjin, eger Amerika  êrîşê Surye bike divê bersiva wan bête dayîn. Herweha efserê pilebilind yê Rusyayê Frants Klintsevich dibêje eger ji gemiyên cengî yên Amerikayê fûze bêne avêtin divê Rusya bi fûzeyên van fûzeyên Toahawk imha bike.Serokê komiteya bergiriyê yê parlementoya Rusya  Vladimir Shamanov jî dibêje: Divê Rusya bersiva her êrîşek ne yasayî li Suriye bide û pêwistbe hêza leşkerî bi karbîne.Li Amerika senatorên Komarî zextê li Trump dikin ku bersiva êrîşa rejima Suriye ya kîmyawî bide. Senator Lindsey Graham dibêje:Eger Trump bersiva karanina çekên kîmyawî nedê, dê xeletiya xwe ya herî mezin bike.

Back to top button