Amerika: Divê Tirkiye tercîha xwe bike
Nûnêrê Amerikayê yê di nava NATO yê de Kay Bailey Hutchison, da xûyakirin ku Sistema fûzeyên S-400 yên ku Tirkiye ji Rusya dikire bi sistema NATOyê re nagunce û dikare zererek mezin bide Sistema ewlehiya NATO yê.
Tirkiye Sistema fûzeyên S-400 ji Rusya kiriye û destpêkiriye ku vê sistemê bîne Tirkiye. Amerika di vê derbarê de gelek cara bala Tirkiye kişand û ji bo nekirina Sistema Rusî hinek garantî jî dan Tirkiye, lê Tirkiye guh neda daxwaziya Amerika û welatên NATO yê û Sistema Rusi ya S-400 ê kirî.
Di vê derbarê de nûnerê Amerikayê yê NATO yê de Kay Bailey Hutchison daxûyaniyek da Deutsche Welle û got: Sistema parastina ezmanî ya Rusyayê li ser axa welatek di nava NATOyê de bête cih kirin ev metirsiyek mezin mere peyda dike.Sistema Rusî de zererê bide karên me yên hevbeş.Di derbarê ewlehiya me û Sistema îstixbarata me de dikarê astengiya pêkbîne.
Berdewamiya daxûyaniya xwe de nûnerê Amerika dibêje: Ev metirsiyek mezin e. Hemû hevpeymanên me di vê derbarê de xwedî şikin. Em hêvî dikin ku Tirkiye biryara xwe berçav re derbas bike û ji dev kirîna Sistema Rusi berde. Em dizanin ku Tirkiye ji bo karên navxwe vê sistemê dikire û di çerşova serxwebûn de vê sistemê dikire.Lê em dixwazin vê pêdivîya xwe ji welatek hevpeyman bikire.