Cîhan

Amerika di derbarê Suriye de bala Tirkiye kişand

Wezîrên derve yên Tirkiye û Amerîka li Waşingtonê hatin ba hev ûciviyan. Piştî hevdîtinê, Wezareta Derve ya Amerîka li ser naveroka civînê daxuyanî da û ragihand, di hevdîtina her du wezîran de , li ser rewşa Suriye hatiye axavtin û Mike Pompeo li ser operasyona li dijî Sûriyê hişyarî daye Tirkiyê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîka, Pompeo ji Çavûşglu re gotiye, eger Tirkiye bi serê xwe operasyonê bike dê encamên xirab bi xwe re bîne.

Ev demek dirêj e Tirkiye dixwaze êrişî rojavayê Firatê û herêmên di destê YPG û HSDê de bike, bi hêceta ku ew girêdayî PKKê ne.
wezîrê derve yê Tirkiye jî piştî civînê li ser pirsekî behsa Fûzeyên S-400 kir û got emê sistema S-400ji Rusya bikirin, Amerika soza ku fûzeyên Patriota bidê me dabû lê em ligotina wan ne bawerin, ji ber ku tu demanekî nadin me.

Back to top button