Amerika ji bo berdewamiya kirîna çekan ji Rusya bala Tirkiye kişand. Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê Wendy Sherman , daxûyanieka xwe de dibêje: Eger Tirkiye ji Rûsyayê zêdetir çekan bikire, dê peywendiyên di navbera Amerika û Tirkiye bikevin qonaxek metirsiyar de. me ji Tirkiye daxwaz kir ku dev ji kirîna çekan ji Rusya berdin. Eger Tirkiye di helwesta xwe de berdewam be, em dê hewl bidin encamên vê yekê ji wan re bibêjin.
Ji bo berdewamiya kirîna sistema S-400ê jî Sherman dibêjê ku, sistema S-400 sistemên NATO yê re naguncin.
Erdogan jî pîştî ji Amerikayê vegeriya Tirkiye dabû xûyakirin ku, wek du welatên NATO pêwendiyên me û Amerikayê re kêşe hene û me li gel Biden destpêkirinek baş nekir.