Cîhan

Amerîka: 7 welatên din jî dê çek bi pêşmerge bidin

Wezîrê bergiriyê yê Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê eşkere kir ku, 7 welatên din biryar daye di warê leşkerî de hevakriya herêma Kurdistanê bikin. Li gor wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Albaniya, Kanada, Kirwatiya, Danîmark, Îtaliya, Fransa û Berîtaniya biryar daye digel Amerîkayê hevkariyên leşkerî wek eçek û cebilxane bo pêşmergeyê Kurdistanê bikin.

Di daxuyaniyeke nivîskî de wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Çak Hêgil helwesta wan welatên berheviya xwe nîşan daye weke hevpeymanên Amerîkayê alîkariya gelên Îraqê li dijî terorê bikin, bilind dinirxîne û got: ”ji bilî Amerîkayê û hikûmeta federal a Îraqê, 7 welatên din amadene alîkariyên çek û cebilxane bi pêşmergeyê Kurdistanê bidin.

Hêgil got ku, Amerîakyê dest bi êrîşên balefiran bo ser çekdarên DAÎŞ dest pêkiriye û di rojên bê de çend welatên din jî beşdar dibin û operasyonên asmanî li dijî terorîstan berfirehtir dibin û got: ”Amerîka sipasiya wan welatan dike ku, digel arteşa Amerîkayê hevkariyê dikin. Ev hevpeymaniya navdewletî bi hevahengî digel Bexdayê birêve diçe û ji bo kurdan ku, şerê terorsîtên DAÎŞ dikin, hevkariyeke gelek mezine.”

Wezîrê bergiriyê Amerîkayê got ku, ji bona bilezgînî çek û cebilxane bigehe pêşmerge ku, rûbirûbûna terorîstên DAÎŞ dibin,  bi serperiştiya Amerîkayê berî du heftiyan homîteyeke hevkariyê hatiye avakirin. 

Back to top button