Amerika 109 otombêlên Hummer pêşkêşî Kurdistanê kir
Cemal Emînkî Supasalarê Pêşmerge dupatkir ku pêngavên pir çek kirina Pêşmerge ji aliyê Amerika ve destpêkiriye û di pêngava yekê da 109 otombêlên cûreya Hummer gihîştine Wezareta Pêşmerge.
Supasalarê Pêşmerge ragihand Amerîka dê 14 lîwayên Pêşmerge pir çek bike û dê otomobîl û pêdiviyên serbazî jî ji bo wan lîwayan dabîn bike. Lîjneya Pêşmerge jî radigihîne ku karê hevpeymanan û Hikumeta Herêma Kurdistanê ya di derbarê yekxistina hêzên Pêşmerge gihîştîne qonaxa bi cîhkirinê.
Her wiha got: Di destpêkê ji lîwayên 14 û 16 destpêkiriye û paşê dê 12 lîwayên din jî bêne pirçek kirin. Ew lîwa dê ji aliyê Amerîka ve bêne pir çek kirin.
Osman Sêderî Cîgirê Serokê Lîjneya Pêşmerge ya li Parlemena Kurdistanê got: Karên Hevpeymanan û Hikumeta Herêma Kurdistanê di derbarê yekxistina hêzên Pêşmerge gihîştîne qonaxa bi cîhkirinê.