Civak

Amedspor ji şampiyoniyê dûr dikeve..!

Piştî têkçûna xwe ya 2-0 li hember Bandırmasporê, Yaneya Amedsporê bi tundî bertek nîşanî biryarên hakem Ozan Ergün da û daxuyaniyek tund da Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF). Yaneyê îdia kir ku hakemtî “dizîna kedê” ye û daxwaza vekolîna tavilê ya bûyeran kir.

Bi vê encamê, Amedspor li ser 72 xalan dimîne, li paş Esenler Eroksporê ye û di rêza sêyemîn de ye.

Rêveberiya Amedsporê di derbarê bûyerên Leyiztika li gel Bandirmasporê de daxûyaniyek da.

Daxûyanî wehaye:

“Banga me ya Vekirî ji bo Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê:

Biryarên hakemtiyê di maça me ya li dijî Bandırmasporê de ne tenê encama maçê diyar kirin, lê di heman demê de bi eşkereyî keda lîstikvanên me di tevahiya sezonê de dizî.

Tişta ku di kêliyên krîtîk ên maçê de hat girtin zirarê da prensîba dadmendiyê di werzîşê de.” Ev rewş niha pir cidîye û nabe bi tenê wekî “xeletiyek hakem” a sade were hesibandin.

Em bi vê yekê bangek giştî ji Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê re dikin:

Divê hemû biryarên nakok ên di vê maçê de tavilê werin lêkolînkirin, divê daxuyaniyek zelal were dayîn da ku wijdanê raya giştî aram bibe, û divê tedbîrên pêwîst bêyî derengketinê li dijî berpirsiyaran werin girtin.

Ger edalet di futbolê de ji bo her kesî bi awayekî wekhev neyê sepandin, pêşbirk wateya xwe winda dike. Em ê li hember paşguhkirina sîstematîk a hewldanên klûba xwe bêdeng nemînin.

Divê alîgirên me bizanin ku:

Em ê mafên Amedsporê heta dawiyê, hem li ser qadê û hem jî li derveyî qadê biparêzin.

Em ji raya giştî re radigihînin ku em ê vê pêvajoyê bişopînin û em ê nehêlin ku mesele were girtin. Di hefteya 36-an a TFF 1. Lig de, Amedspor li dijî Bandırmasporê li derve lîst. Tîma Diyarbakırê 2-0 winda kir. Bi vê encamê, Amedspor, ku di 72 xalan de ma, li paş Esenler Erokspor ma û di rêza 3-an de ye.

Back to top button