Amêdî: Du jin dibin endamên serkirdayetîya PDKê
Dihok: Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şîrîn Amêdî pêşbînî dike ku di Kongreya 13-mîn a PDKê de hinek sûrprîz derkevin û dibêje: “Ger 3-4 jin nebin endamên serkirdayetiyê, bêguman 2 jin dê her bibin endamên serkirdayetiyê.”
PDKê biryar daye roja 11.11.2010an 13-mîn kongreya xwe lidar bixe û niha di nav organên xwe de bi hilbijartina endamên kongrê ve mijul e. Herwiha li gor sîstema kota, ji sedî 25ê kursiyan bo jinan hatiye diyarkirin.
Şîrîn Amêdî niha yekemîn jine wek endama Komîteya Navendî ya PDKê ye divê derbarê de bo Rûdawê wiha axifî: ‘’Di her du kongreyên PDKê yên borî de rêjeya endamên jin ji sedî 8 bûye û bo kongreya dahatû jî li gor sîstema kota dive ji sedî 25 ji endamên kongrê jin bin, lê heta niha tu biryareke wiha nehatiye dayîn ka dê jin li gor sîstema kota biçin nava rêza serkirdayetiyê yan na.”
Amêdî ku dixwaze careke din xwe ji bo serkirdayetiya PDKê berbijar bike, dijî sîstema kota ye û didomîne: “Rast e li gor rewşa berê ya Kurdistan û Îraqê pêwist bû jin li ser bingeha sîstema kota werin diyarî kirin, lê nabe herdem jin li benda xêrkirinê bin.”
Şîrîn Amêdî, çend salan Seroka Yekitiya Jinên Kurdistanê bû, niha jî di kongra PDKê de çaverêya hinek sûrprîzan dike û axaftina xwe wiha diqedîne: “Sûrprîz dê çêbine, jiber Serok Barzanî tekez kir ku divê jin di serkirdayetiya PDKê de cîh bigrin. Ger 3-4 jin nebin endamên serkirdayetî, bê guman dê her du jin bibin endam.’’
(Rûdaw)