Polîtîk

Însiyatîva Barzanî bi germî hatiye pêşwazî kirin

Mehmûd Osman parlamenterê Îraqê yê ser bi lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî ve di dexuyaniyekê de eşkere kir ku însiyatîva Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina kirîza pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê gihiştiye destê hemû lîste û qewareyên siyasiyên îraqî û nuha însiyatîva Barzanî ji aliyê hêzên siyasiyên îraqî ve tê minaqeşekirin.

Osman di daxuyaniya xwe de dibêje:

– Beriya du rojan însiyatîva Barzanî gihiştiye hemû kutleyên siyasiyên Îraqê û bi wan re minaqeşe hatiye kirin û heta nuha tu lîste û kutleyan ew destpêşxerîye red nekiriye.

Osman diyar kir ku destpêşxeriya serokê herêma Kurdistanê mihawilyeke ji bo rizgarkirina Îraqê ji wê kirîza ketiye têde.

Weke tê zanîn Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina aloziya pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê destpêşxeriyek kriye ku tê de mekanîzma pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê destnîşan kiriye. Serok Barzanî beriya însiyatîva xwe pêşkeşî kutleyên siyasiyên îraqî bike di civînekê bi Ad Melkert nûnerê sekreterê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê û bi rêya telefonê ji bi Biden cîgirê serokê Amerîkayê re minaqeşe kir bû.

Back to top button