Dêbe ku agirbest heta salekî bête dirêj kirin
Doh li gel parêzerên Ocalan Aysel Tugluk jî ji bo hevdîtina Ocalan çû girav a Îmralî. Sedemê çûyîna Tugluk ji bo di derbarê agirbestê û heta ji dev jê berdanê çêkan de, li gel Ocalan qiset bike û dîtina wî bizanibe bû. Piştî Tugluk ji Îmralî vegeriya bersiva pirsên rojnemevana da.
Ji 5 salan hir ve ev cara yekê ye ku Tugluk diçe Îmralî. Wek tê zanîn Tugluk wek hevseroka KCD-ê ji bo pirsa çareseriyê li gel Ocalan qiset bike serdana Îmralî kir. Tugluk di vegera xwe de ji rojnemevana re got: Em ji hemî demî gelektir nêzikî aşitiyên e. Li gora ku medya dibêje, dê agirbesta PKK-ê heta salekî bête dirêj kirin. Ji bo devjêberdana çekan jî dê hêviya helwesta hukumetê bimînin. Eger hukumet di derbarê çareseriyê de gavên erênî bavêje, wê devjêberdana çeka di rojeva PKK-ê de be.