Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Martin Jaeger Balyozê nû yê Almanya li Iraqê kir.
Li civînê de hilbijartinên Iraqê, encamên wê û dîtin û pêşbîniyên ji bo paşeroja proseya siyasiya li welat, pêşxistina peywendiyên Almanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa Iraqê bi giştî hate nirxandin.
Birêz Balyozê Almanya piştrast û dûpat kir ku piştî hilbijartin û bi hatina ser karê hikûmeteke nû li Berlîn, heman siyaset û muameleya Almanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê wekî xwe berdewam dibe û welatê wan li piştgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê, her wiha wekî endameke Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş berdewam dibe. Balkişand li ser wê yekê jî ku ji nêzîk ve li gel Wezareta Pêşmerge ji bo çaksazî û yekxistina Pêşmerge kar dikin û rola birêz Serokê Herêma Kurdistanê ya li vî derbarî de bi girîng da zanîn.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê û hêviya serkeftinê ji bo birêz Balyozê Almanya xwest, spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo Almanya derbirî û dûpat kir ku hevkarî û piştgîriya serbazî, mirovî û siyasiya Almanya ji bo Herêma Kurdistanê tu demekê nayê ji bîr kirin û berdewamiya piştgîriya Almanya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê cihê xweşhalî û girîng û pêwîst zanî.
Pêşhatên Efxanîstanê, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê civînê bûn ku birêz Konsolê Giştî yê Almanya têda amade bû.