PolîtîkRojev

Em nikarin ne li dijî Sûriyê û ne li dijî Esed bin

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik da xûyakirin ku, pêwendiyên PKKê yên baş û dîrokî bi Hafiz Esed re hebûn û niha jî ew nikarin li dijî Beşar Esed derkevin.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik di hevpeyvînekê de ligel rojnameya “Al-Nehar” a Erebî de ragihand, pêwendiyên PKK yên baş û dîrokî bi serokê Sûriyê yê berê Hafiz Esed û malbata wî re hebûn, ew niha nikarin ne li dijî Sûriyê û ne li dijî Esed bin.

Hevserokê KCKê dibêje, tevî ku helwesteke nerênî ya Beşar Esed li ser Kurdan û Rojavayê Kurdistanê heye, lê PKKê nexwastiye heman helwestê bigire.

Bayik got: “Tevî ku rêveberiya Beşar Esad ji ber bûyerên li Rojava qewimîne li hemberî me helwesteke sar û neyînî nîşan da jî, lê belê me nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan neda. Me hewl da ku em wan fêm bikin. Em dixwazin ew jî me fêm bikin. Me têkiliya xwe bi Şamê re qet qut nekir.”

Hevserokê KCKê tekez dike, wan pêwendiyên xwe bi Şamê re nebirîne û ew dostaniya di navbera Hafiz Esed û Abdulla Ocalan bilind dinirvînin. Di vê derbarê de Bayik got: “Em her tim rêzê li dostaniya Rêber Abdulla Ocalan û malbata Esad digirin. Şam nikare tiştekî neyînî li ser me bibêje û ger wiha bike, ev ê bibe nirxandineke neheq.”

Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê Bayik destnîşan kir, çareserî ew e Rêveberiya Xweser û Şamê li hev bikin û got: “Me xwast ku Rêveberiya Xweser pirsgirêkên xwe yên bi Şamê re çareser bike. Me hewl da bandora xwe di vî warî de bi kar bînin. Ji ber ku çareseriya herî rast, lihevkirina Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê ye.”

Back to top button