Almaniya çi cure çek bi pêşmerge dide
Wezîra bergiriyê ya Almaniyayê di daxuyaniyekê de cureyê cekê dide pêşmergeyê Kurdistanê eşkere dike û dibêje ku, heta dawiya meha îlonê dê 4 hezar pêşmerge bi çekê almanî çekdar bibin.
Piştî ku duhî hikûmeta Almaniyayê bi fermî biryar da çek û cebilxane ji bo hêzên pêşmergeyê Kurdistanê bişîne, Urzola Fon Dêrlayn wezîra bergiriyê ya hikûmeta Almaniyayî got ku, dê Almaniya çek û cebilxane ji pêşmerge re bişîne û dê hêzên pêşmerge li ser çewaniya bikaranîna wan çekan perwerde bike.
Wezîra bergiriya Almaniyayê got ku, Alamniya dê 4 hezar çekê curê reşaş, 10 hezar narincuk, 240 rokêtên dije tang yên pêşkeftî, 5 zirîpoş, 2 otomobîlên serbazî û 16 hezar çekên sivik bi pêşmerge didie û di dawiya meha îlonê de ew çek digehe herêma Kurdistanê.
Li gor wezîra bergiriya Alamniyayê, hikûmeta Amanlya dê şareza û pisporan bişîne Hewlêrê û dê pêşmerge li ser bikaranîna wan çekan li şerê dijî DAÎŞê de perwerde bike.