Cîhan

Alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê bû 90 milyon euro

Ji bo alîkarîya mexdûrên erdheja Bakurê Kurdistanê (Tirkiyê, li seranserê cîhanê kampanya hatine destpêkirin û gelek pare gihane ser hev. Wek erdheja 1999an a li Golcikê, ne diyar e ku wê ev pare û alîkarî bigihên mexdûrên erdhejê, lê dîsa jî dil dixwaze ku mexdûrên erdheja Bakurê Kurdistanê ji van diravan bêpar nemînin.

Di weşanên zindî yên hevpar de televizyonên Hollandî ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê yên li Tirkiye û Sûriyê kampanda dan destpêkirin.

Di kampanyayên televizyonên Hollandî de heta niha 90 milyon Euro hatiye komkirin û tê pan ku ev hejmar zêdetir bibe. Herweha li Almanya jî mizgeftên sunnî û cemxaneyên Alewî jî 30 milyob Euro komkirin û şandin ser hesabê dezgehên Tirkiyê.

Back to top button