Cîhan

Opozisyona Îranê li yekîtiyê digere

Di dîroka Îranê de xwepêşandanên girseyî yên herî girîng piştî mirina Mahsa Emînî ya 22 salî çêbûn. Xwepêşandanên li Îranê lêgerîna yekîtiyê di nav muxalefeta Îranê de zêde kir. Xwepêşandanên ku hema bêje li dijî rejîma Îranê ne, zexta li ser opozisyona Îranê (ku dubendî û nakokiyên kûr dijîn), zêde kiriye. Tevî ku xwenîşandan piştî 5 mehan ji destpêkirina xwenîşandanan kêm bûne, alîgirên opozîsyonê di wê baweriyê de ne ku destpêbûna pêleke nû ya xwenîşandanan tenê meseleya demê ye. Xwepêşandan hinekî kêm bûne, lê ev nayê wê wateyê ku xelk êdî ne bi hêrs in. Ew hîn jî guhertina rejîmê dixwazin.

Parêzer Nasrîn Sotoudeh, ku nû ji girtîgehê derketiye, hefteya borî ji CNN re go: “Di vî warî de gava yekem a muxalefeta sirgûnê bi konferansa ku li Zanîngeha George Town a Washingtonê hatibû destpêkirin, hat avêtin. Me xwes li Amerîkayê bi konferansekê kesayetên sereke yên opozîsyona Îranê Hemed Esmaîlion, nûnerê malbatên ku ji ber xistina balafira Ukrayna ya Îranê di sala 2020an de mexdûr bûne û kurê Şah Reza Pehlewî, bicivînin”.

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî ku bi rêya peyama vîdyoyî beşdarî konferansê bû got, “Niha ne dema nakokiyên navxweyî ye. Ji ber ku em nebûn yek, rejîm 44 sal in li ser piyan e.Divê em pêşbirkê li aliyekî bihêlin”.

Pehlewî ku yek ji kesayetiyên navdar ên opozisyonê ye û di vê çalakiyê de mafê axaftinê girt, tekez kir ku ew dixwazin di damezrandina sîstema laîk û demoqratîk a Îranê de rola xwe bilîzin, mebesta me ne vegerandina padîşahiyê ye. 

Pehlewî got, “Îro me hevrikiya bi hev re danî aliyekî, em hewl nadin ku rêveberiya vê tevgerê bixin bin kontrola xwe.” Her çend îhtîmala ku Pehlewî serkêşiya pêkhateya nû ya opozisyonê bike lihevhatinek tam di nav opozisyonê de çênekir jî, lêkolînerê bizava protestoyî Araş Ezîzî derbarê Pehlewî de wiha got: “Bêguman e ku ew kesayetek herî naskirî ye. Muxalefeta li hundir û derve piştgiriya xurt dide wî”. Lîstikvan û aktîvîst Nazanin Boniadî, bal kişand ser pêwîstiya yekitî û hevgirtinê û got: “Eger ji bo yekitiya me tenê yek îmkan hebe, ew jî redkirina wê fikrê ye ku em pir parçe bûne û nikarin ji bo demokrasiyê bi hev re bixebitin”. 

AFP

Back to top button