Polîtîk

Ala Tirkiye ala meye jî

Parlementerên BDP-ê jî li ala Tirkan xwedî derketin.

Bi minasebeta cejna damezirandina komara Tirkî, gotebêjek ya ala Tirkiye di navbera serokwezir Erdogan û serokê CHP-ê Kiliçdaroglu de derket holê. Kiliçdaroglu dabû xuyakirin ku ev ji bo Ataturk û ala Tirkî xwedî derkevin roja cejnê de xwepêşandan kirin. Erdogan ev gotina Kiliçdaroglu rexne kir û got: Tu li Enqere ala Tirkî radikî. Lê li Hakarî xwepêşandana CHP-ê de çima ala Tirkî tunebû.

Li ser vê gotubêjê parlementerên BDP-ê yên bajarê Hakariyê jî tevlî vê gotubêjê bûn ew jî li ala Tirkî xwedî derketin. 

Di vê derbarê de parlementerê BDP-ê Adil Kurd got: Tu problema gelê Hakariyê li gel ala Tirkî tuneye.Ala Tirkiye ya herî mezin li bajarê Hakariyê hilawêstiye. Ev al ne ala bavê Erdogan û Kiliçdaroglu ye.Ev al keda tirka, kurda û gelên din e. Di rengê vê alê de xwîna kurdan jî heye.

Parlementerê BDP-ê Esad Canan jî di vê derbarê de got:Ev  ala me hemûyane. Ya tirkan û kurda ye jî.Bapîrên me jî ji bo vê alê canê xwe dane.Tu pirsgirêka alê li Hakarî tuneye .Li Hakarî ev al bilinde.

Back to top button