Rojnameya Financial Times, bûyerên ku li bajarê Suriyê li Helebê qewimîn, pevçûnên di navbera hêzên çekdar yên mixalifan û Kurdan de pêk hatin nivîsî û diyar kir ku, di şerê navxweyî yê 19 mehan de eniyeke nû hate vekirin. Rojname, di nûçeya xwe de balê dikişîne ser dabeşbûna civaka Suriyê û mixalefeta ku pêwiste li hemberî rejîma Esed yekitiyê xurt bike, lê ku çawa nikare di vê warê de biserkeve.
Financial Times, di nûçeya xwe de cîh dide çalakgerekî siyasî yê Kurd Hiseyîn Cummo jî. Cummo wiha dibêje, “pevçûnên ku li bakurê Helebê li qadeke berfireh belav bûne, xetereya ji kontrolê derketinê jî bi xwe re tîne.”
Rojname vê nirxandinê dike, “Kurdên li Suriyê, ku gelheya wan 2 mîlyon e, her çiqas ji rejîmê re mixalifbin jî, wana li derveyî şerê navxweyî man û bi Erebên ku nêzika Tirkiyê bûn qet bawer nekirin. Têkiliyên nêzik di navbera PKK û PYDê de hene. Gellek mixalifên Esed bawer dikin ku hevkariya PYDê bi rejîmê re heye. Roja înê, artêşa azad a Suriyê, bi armanca qada xwe berfirehkirinê ketine taxa Eşrefiyeya ku di bin kontrola Kurdan de ye û vê bûyerê jî rewş guherand.”
Di Pevçûnan de 30 kes mir
Financial Times diyar dike ku, ji aliyê gellek kes û Kurdan ve, têketina taxa Eşrefiyeyê a mixalifan, hatiye protestokirin û piştî protestoyan pevçûnan destpê kiriye. Li ser vê, hêzên rejîma Esed herêm bombebaran kiriye û li gorî Çavdêrxaneya Mafê Mirovan a Suriyê ku navenda xwe li Londonê ye, di pevçûnên Eşrefiyeyê de, pirraniyê wan mixalif, 30 kesa jiyana xwe wenda kiriye.
Di berdewamiya nûçeya Financial Timesê de tê îfade kirin ku, li gorî çalakgerên siyasî, artêşa azad a Suriyê, li ser rêya ku Helebê bi Efrînê ve girê dide, hin Kurdên sivîl hatin binçavkirin. Li gorî fermandarekî tugaya Ahrar el Suriye jî, hin leşker ji aliyê Kurdan ve hatine binçavkirin.
Rojname diyar dike ku niha her du alî jî hewl didin ku tansiyonê bixînin.